Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Cîhan

Yekemîn hevdîtina Barzanî ya ligel rêveberiya Trump

Ji aliyê RÛDAW 17-2-2017
Rûdaw

Munich (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li bajarê Munchenê ya Almanyayê li gel Wezîrê Berevaniya Amerîkayê James Mattis civiya.

 

53emîn Konferansa Ewlekariya Cîhanî ya li bajarê Munich a Almanyayê  îro dest pê dike. Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî li gel şandekî serbazî û siyasî ya Herêma Kurdistanê li Munchenê ye.

 

Peyamnêrê Rûdawê Zinar Şîno ragihand, Mesûd Barzanî piştî civîna ligel şanda Ermenîstanê ya di bin serokatiya Wezîrê Derve yê Ermenîstanê Eduard Nalbendyan de, ligel Wezîrê Berevaniya Amerîkayê James Mattis jî hevdîtinek pêk anî.

 

Şîno da zanîn, ku ev yekemîn hevdîtina di asteke bilind de ya rêveberiya Herêma Kurdistanê ya ligel rêveberiya nû ya Amerîkayê ye.

 

Peyamnêrê Rûdawê da zanîn, ku di civînê de mijara şerê DAIŞê, rola pêşmerge û herwiha pêwendiyên rasterast ên herdu aliyan e.

 

53emîn Konfransa Ewlekariya Munchenê

 

53emîn Konfransa Ewlekariya Munchenê îsal ji 17ê Sibatê dest pê dike û dê heta 19ê Sibatê berdewam be. Di konfransa îsal de 30 serokên dewletan û 80 wezîrên derve û berevaniyê yên welatên giring ên cîhanê û şandeke kongreya Amerîkayê jî beşdar dibin.

 

Herwiha di konfransa îsal a Munchenê de, Cîgirê Serokê Amerîkayê Mike Pence, Wezîrê Berevaniya Amerîkayê James Mattis, Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî Antonio Guterres, Serokê Encumena Ewropayê Donald Tusk û Sekreterê NATOyê Jens Stolenberg jî beşdar dibin.

 

Di 53emîn Konfransa Ewlekariya Munchenê de, dê mijarên weke pêşeroja pêwendiyên navbera welatên atlantîk û endamên NATOyê bi taybet piştî hilbijartina Donald Trump weke Serokê Amerîkayê, Hevkariyên navbera dewletên Ewropayê di warê ewlekarî û berevaniyê de, pêwendiyên bi Rûsya re, şerê li Sûriyê û herwiha rewşa ewlekariyê li Asya-Pasîfîkê û şerê zanyariyên ji aliyên beşdarbûyan ve werin gotûbêjkirin.

 

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî bi vexwandineyekî fermî ji bo vê konfransa giring a ewlekariyê hatiye vexwandin.

 

Di vê serdanê de Sekreterê Partiya Sosyalîst Demokrata Kurdistanê (PSDK) Mihemed Hacî Mehmud, Endamê Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Şêx Cefer Şêx Mistefa, Endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Emer Osman, Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê Fûad Husên, Endamê Serkirdayetiya PDKê Hêmin Hewramî û Birîkarê Wezareta Pêşmerge Enwer Hacî Osman jî hevaltiya Mesûd Barzanî dikin.

 

Di çarçoweya vê konferansê de Barzanî dê li gel hejmarek serkirde û berpirsên siyasiyên welatên beşdarbûyî dicive.


Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Ali As | 2017-05-22 9:50:38 AM
Ev artêsh mîna DAISHÊ û El Nusra ye. Hic farq nîne, tenê li rûyê wan binêrin. Rîyê xwe berdane, weka DAISHê berê. Mixabin tirkîyê daxwaza Dewleta...
Tirkiye artêşeke nû li bakurê Sûriyê ava dike
| 22-5-2017 | (1)
Kurdo | 2017-05-21 7:26:34 AM
Rewşa Bakurî Kurdistanê li Turkîyê,bi hewcehî Serokekî milî nasyare ne bi hewcehî nîv Serokeka bi ldîloceyeka dem bi serve çûye hatî perwerde...
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-05-21 4:59:50 PM
Xanima Serpil, Nexşerê eve: 1➡ bi Kurdî biaxivin û binvîsin û Dest ji Axiftina Tirkî û Nivîsên Tirkî berdin. 2➡ Cilê Kurdî li xwe bikin, Cilên Kurdî...
Hevseroka nû ya HDPê: Em li ser nexşerêyeke nû dixebitin
| 20-5-2017 | (2)
Suleyman Inci | 2017-05-21 10:16:54 AM
Newsirvan rebereki Akademik bu xebata wi ji bo Kurdistan ke demokrati bu diji bertilxwarine u gendeli ye bu. Xwede rehma xwe leke sere malbata We ,wi...
Simo | 2017-05-21 4:21:19 PM
Suleyman lncî,law tû Qasim Suleymanî nas nakî kîye,heger Qasim Suleymanî Hevalê Kurdekî be,bila ew Kurda,ji xwe re,nebêje ez Kurdim.Qasim Suleymanî...
Ji Qasim Sulêymanî peyama serxweşiyê
| 21-5-2017 | (2)
Aarif | 2017-05-20 6:38:50 PM
Bi rêz kak, azîzakanim, li ser pirsa rêya rastîya PKK û methodologia PKK ez bi xwe ne bawerim xeltî hebêtin, ji ber hindê, ji bo çi ? di sereta de,...
lolozano | 2017-05-21 6:03:16 AM
Sedemên leşkerî û sedemên sîyasî û civakî û Dewlet,berê PKKê didet xeletîyan gotinên hemî rastin û nesîhetên te,tû li PKKê dikî,tevî wisa PKKê,ne...
Bakura PKKê
| 18-5-2017 | (2)
0.562 seconds