Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Cîhan

Amerîkayê gefa êrişa leşkerî kir

Ji aliyê RÛDAW 17-3-2017
Wezîrê Derve yê Amerîakyê Rex Tillerson
Wezîrê Derve yê Amerîakyê Rex Tillerson

Navenda Nûçeyan – Wezîrê Derve yê Amerîkayê çû Koreya Başûr û li wir diyar kir, dibe ku Washingotn li dijî Koreya Bakur dest bi tevgerê bike.

 

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson, di çarçoveya geşta xwe ya bo Asyayê de serdana Koreya Başûr kir.

 

Tillerson li ser gefên Koreya Bakur ên bo ser Amerîkayê û welatên hevpeymanên wê ragihand, destwerdena leşkerî yek ji îhtîmalan e.

 

Herwiha Tillerson destnîşan kir, “stratejiya bi sebir” a Amerîkayê bi dawî bûye û ew li çareseriyên dîplomatîk, leşkerî û aboriyê digerin.

 

Wezîrê Amerîkî çûye serdana herêma ku ji aliyê Koreya Başûr û Koreya Bakur ve hatiye bêçekkirin.Tillerson beriya serdana xwe ya Koreya Başûr çûbû Japonê û li wî welatî jî amaje bi wê yekê kiribû, Japon 20 sal e, ku hewl dide Koreya Bakur dest ji çêkirina çekên atomî berde.

 

Tillerson li herêma ewle konferanseke rojnamevaniyê li dar xist û li ser pirsa “gelo li dijî Koreya Bakur destwerdana leşkerî dê bibe yan na?” wiha bersiv da:

 

“Tekez em naxwazin şer û pevçûnên leşkerî derkeve holê. Lê eger bernameya xwe ya çekan pêşve bibin û em bawer bikin ku divê em destwerdanê bikin, mudaxeleya leşkerî jî li ser maseyê heye.”

 

Koreya Bakur hefteya bihorî 4 mûşekên balîstîk ceribandibûn, ew mûşek ketibûn Deryaya Japon. Li ser vê yekê Amerîka û Koreya Başûr manewraya leşkerî ya hevpar pêk anîbûn.

 

Dema serdana Tillerson, leşkerên Koreya Bakur a ku li sînorên welatê xwe bûn, wêneyên leşkerên Amerîkayê û wêneya Tillerson kişandine.

1030 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Kurdo | 2017-08-13 7:20:09 PM
Di bin vê serlêdanê de,ne bes behsa pariztinên Sînorên Welatên hev ji Terorîstan ku biparizin tên ba hev.Sînor û Terorîst,di bin sçîya kontrola wan...
Serfermandarê Hêzên Çekdarên Îranê serdana Tirkiyê dike
| 13-8-2017 | (1)
Melih Erdinc | 2017-08-13 11:01:56 AM
Goran gora xwe dikole
Tevgera Goran: PDK mercên me qebûl neke, bila her yek here mala xwe
| 13-8-2017 | (1)
Ali Baran | 2017-08-13 8:48:50 AM
chp ji roja avabûna xwe bi vir da partîyeke national socialist e, wate partîya faşist a bi maske sor e. kînga bûye demokrat. gotineke kurmancan heye,...
Bangewaziya Demirtaş di siyaseta kurdî de bû cihê nîqaşê
| 12-8-2017 | (1)
osman10 | 2017-08-12 9:06:14 PM
Dem baş ji bo kesên li Amûdê. Nûşe nûşe 💓
Havîngeha Amûdê bûye cihê kêfxweşiya welatiyên Rojava
| 12-8-2017 | (1)
0.593 seconds