Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Cîhan

NY li ser şerê welatan li axa Sûriyê hişyarî dide

Ji aliyê Mecîd Nizamedîn Gilî 17-5-2018
Staffan de Mistura li ser şerekî mezin hişyarî da

New York (Rûdaw) – Neteweyên Yekbûyî li ser zêdebûna aloziyan û derketina şerekî navdewletî li Sûriyê hişyarî da, ku Sûriye heft sal in ji destê şerê navxweyî dinale.

 

Şanderê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî bo Sûriyê Staffan de Mistura ku peywendiyên wî li gel hemû aliyên navdewletî yên Sûriyê baş in, vê carê hişyarî dide ku tiştê niha li Sûriyê diqewime, zêdetirî 40 sal in neqewimiye.

 

Staffan de Mistura dibêje: “Pirbûna hejmar û tundiyên rûbirûbûnê yên navdewletî li Sûriyê, ji hemû deman zêdetir e. Me ji sala 1973an ve rewşeke wisa nedîtiye.”

 

Hişyariya duyem a Staffan de Mistura li ser Idlibê bû, ku li gor De Mistura niha amadekariya şerekî mezin li wê derê tê kirin û got eger tiştê li Xûteya Rojhilat qewimî, li wir dubare bibe, dê rewşeke şeş qat xirabtir derkeve holê.

 

Balyozê Holandê yê li Neteweyên Yekbûyî Karl Van Estorm ragihand: “Pêwîstiya me bi enerjiyeke nû heye daku li Cinêvê proseyeke aştiyê cardin bidin destpêkirin. Me bi awayekî zelal ji De Mistura re ragihandiye ku hikûmeta Sûriyê di van deman de derbarê proseya siyasî ya li gel Neteweyên Yekbûyî de alîkarî nake.”

 

Lê belê bêyî guvaşa Rûsya û Amerîkayê, zehmet e ku Şam û opozîsyon vegerin ser maseya gotûbêjan, herwiha tiştê herî dawî ye ku Amerîka di vê demê de giringî bi proseya siyasî ya Staffan de Mistura bide ku sê sal in ji bilî şikestê, berhemeke berbiçav neanîye.

 

Nêzîkî du meh e, gotarên dîplomatîk ên Amerîkayê derbarê hemû mijarên Rojhilata Navîn de tenê behsa tiştekî dikin, ew jî rûbirûbûna Îranê ye. Vê carê nûnerê Amerîkayê hişyarî daye Îranê ku hewldanên xwe yên li ser damezrandina Hîzbullahekî din li Sûriyê, bide rawestandin.

 

Cîgirê Nûnerê Amerîkayê yê li Neteweyên Yekbûyî ragihand ku Amerîka ji Îran û Hîzbullah û wekîlên wan daxwaz kiriye ku li Sûriyê pêngavên din neavêjin, eger biavêjin jî ev tê wê wateyê ku Îran hemû berpirsyariyê girtiye ser stûyê xwe.

 

Di civînê de Nûnerê Rûsyayê jî bi bîra Nûnerê Amerîkayê anî ku civîn li ser Sûriyê ye, ne li ser Îranê û got: “Nîvê gotara Nûnerê Amerîkayê li ser Îranê bû, ne li ser Sûriyê, ez bînim bîra we ku civîna îro li ser Sûriyê ye.”

 


Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Mêrdînî | 2018-10-16 4:21:24 PM
Her bijî bavê Kurdan..
Barzanî: Roja 16ê Cotmehê rojeke tarî ye di dîroka gelê me de
| 16-10-2018 | (1)
Renas | 2018-10-13 7:47:53 AM
Hemû fitne û gellaci, da tirk ereb û faris serê gelê Kurd bikin. Lavrov weke bekoye.
Lavrov: Dibe ku Amerîka mijara Kurdistana mezin têxe rojevê
| 12-10-2018 | (1)
Cemal Aslan | 2018-10-12 3:05:04 PM
Gelo Ezidye Ereb an Tirk jene? Evil Ezditje bu an kurdi hebu? Alman decen evil hek an miricik hebu?
| 11-10-2018 | (1)
Ali As | 2018-10-11 10:25:21 AM
Ma xêre xelkê Zaxo û Dûhokê dibin penaber?? Ma hûn ne li Kurdistana azad in?? Misilmanin??
Her 35 koçberên ku li Îzmîrê qeyika wan noqmî avê bû, Kurd in
| 11-10-2018 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Pêşkêşkarê Rûdawê Omer Kalo hate berdan 4-10-2018 | (1)

Pêşkêşkarê Rûdawê Omer Kalo hate berdan

Omer Kalo roja 25ê Tebaxa îsal li Helebê ji aliyê Zêdetir
ZINDÎ: Li seranserê Kurdistanê proseya dengdanê bi dawî hat 30-9-2018 |

ZINDÎ: Li seranserê Kurdistanê proseya dengdanê bi dawî hat

Roja 30ê Îlonê gera pêncem a hilbijartinên Zêdetir
0.563 seconds