Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Cîhan

Misilmanên Moskow bi şêwazekî taybet pêşwaziya Remezanê dikin

Ji aliyê Kamîz Şedadî 17-5-2018
Rûdaw

Moskow (Rûdaw) - Bi hatina meha Remezanê bawrmendên misliman ên Moskowê berê xwe didin Mizgefta Mezin, ku beriya sê salan hatiye vekirin.

 

Misilmanên Moskow bi şêwazekî taybet pêşwaziya meha Remezanê kirin. Di rojên dirêj ên Rûsyayê de ku meha Gulanê nêzî 18 demjimêran dikşînin,  rojîgir hewil didin dema xwê zêdetir bi dia û xwndina Quranê re biborînin.

 

Miftîtiya Moskowê bernameyeke taybet ji bo meha Remezanê amade kiriye, da ku bala hîn zêdetir mislimanan bişînin sr giringiya vê mehê.

 

Miftiyê Moskowê Marat Hezret ji Rûdawê re wiha got: “Wek salên borî, îsal jî em fitarên didin û ji hemûyan re vekirî ye. Herwiha di Konên Remezanê de  her roj dê nêrît û kultura netewyekî misliman dê bê pêşandan. Ji bilî wan, rojane bernameyeke cejnane ya taybet jî bê pêşkêşkirin."

 

Li gor daneyên ne fermî, Li Moskowê jî hejmara  bawrmendên îslamê nêzî 3 mîlyon e. Di serî de Mizgefta Mezin, her çar mizgeftên paytexta Rûsyayê amadekariyên xwe yên ji bo meha Remezanê  êdî temam kirine.

 

Di nava 15 milyon şûniyên Moskowê de rojîgirtina mislimanan ti karîgerî li jiyana rojane ya bajêr nake.

 

Dikan û bazar weke rojên asayî kar dikin. Di nirxa kel û pelên xwarinê de guhertinên cidî xuya nake.

 

Welatiyê Tacîkistanê firoşger Nîmetullah jî got: “Di maweya meha rojîgirtinê de me hewl daye ku nirxa kelûpelan erzantir bikin, da ku her kes bikaribe bikirre. Di van rojan de bi giranî goşt tê kirrîn. Herwiha di sifreya fitarê de divê şîranî jî hebin. Şîraniya herî xweştir jî, li gor nêrîta mislimanan, xurme ye."

 

Hîn bazirganan jî amadekariyek  taybet bo meha Remezanê kirine. Bi nêrîna bazirganekî behna xweş ruhê derdorê jî xwştir dike.

 

Firoşgerê perfume Mihemed jî wiha axifî: “Her kes dixwaze ku  behneke xweş ji wan belav bibe, bi taybtî jî  dema ew  dikevin nimêjê.  Di van rojan de, bê guman, mişteriyên me zêde dibin, lê derveyî Remezanê jî dikirrin. Parfumên Rojhilatî bi xweşa her kesî diçe. "

 

Li Rûsyayê zêdetir ji 25 mîlyon misliman dijîn. Şêniya piraniya Komarên otonom ên Başûrê Rûsya û Bakûrê Kafkasyayê mislimanin. Lê li kolan û bazarên Moskowê herî zîde karkerên penaber dikevin berçavan, ku piştî rojeke kar a birojî, fitarên xwe ne li malên xwe, belam li xwaringehên taybt vedikin.

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve
Nîşankirin : Moskow, Remezan, Rojî
94 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Kurdo | 2018-05-17 2:41:12 PM
Cuda bûna Partîyên bi nav û Nasnameyên xwe,bi ser Kurdan û HDPa bi ser Gelan ve,dîyare Armanc û Bernameyên xwe,ji hev dûrin.HDP,bi merd û merem nav...
Hewldanên tifaqa Kurdistanî li gel HDPê bê encam man
| 17-5-2018 | (1)
Kurdekk | 2018-05-16 5:54:17 PM
Ser kefttin we rre
Boran Zaza: Ji bo mûzîka Kurdî projeyên min ên mezin hene
| 16-5-2018 | (1)
Kurdo | 2018-05-12 6:48:48 PM
Seedî Pîre,bêjerê kîjan Balî ji YNKêye?Serokahîya Cimhurîyeta îraqê heger bi dest YNKê ket yê ji kîjan balîye ji YNKê?Seedî çêra Hêza dike nek rila...
Komîsyon: Encam îşev zelal dibin
| 12-5-2018 | (1)
lolozano | 2018-05-12 5:15:33 PM
Nivîskarê Hêja Ziyanî!Belê, tû dereng gereng dinivîsî,lê fikrên te pir balkêşin ku xwendevanên nivîsa te vê carê neçar dikin ku bipirsin ...
Hilbijartinên yarî guher
| 12-5-2018 | (1)
0.484 seconds