Washington (Rûdaw) – Nûnera Herêma Kurdistanê ya li Washingtonê Beyan Samî Ebdurehman ragihand, biryara giştpirsiyê, tenê biryara partiyekê nîne.
Beyan Samî Ebdurehman duh li New Yorkê beşdarî konferanseke Neteweyên Yekbûyî bû.
Di konferansê de peyamnêrê Rûdawê ji Beyan Samî Ebdurehman wiha pirsî: “Li ser giştpirsiyê dijbereya hikûmetê îdia dike ku Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji bo berjewendiya partiya xwe giştpirsiyê bi kar tîne û ne cidî ye. Gelo kurd di giştpirsiyê de eger bêjin “Erê” Kurdistan dê serbixwe bibe?” Beyan Samî Ebdurehman jî wiha bersiv da:
“Di destpêkê de, ev biryara giştpirsiyê, ne biryara partiyekê ye. Di civînê de ku partiyên Parlementoya Kurdistanê li wir bûn û hikûmet jî di civînê de amade bû, biryar hate dayîn ku di 25ê Îlonê de giştpirsî were pêkanîn. Ev biryar ji aliyê piraniyê ve hate dayîn. Serxwebûn jî mijarek e û ji bo gelê Kurdistanê mijareke dîrokî ye.
Bavê min û bapîrên min ji bo vê yekê ceng kirin. Ji ber vê yekê mijareke dîrokî û netewî ye. Her çi qas hin alî îdia dikin, ku ev biryar bi sîstemekê nehatiye dayîn jî, ev biryar bi sîstem hatiye dayîn. Em dizanin gelê Kurdistanê di vê mijarê de çi difikirin. Divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û serkirdeyên partiyan guh bidin daxwazên gel.”
Herwiha Beyan Samî Ebdurehman destnîşan kir: “Gelo Kurdistan dê bibe serbixwe an na? Li gor min Kurdistan dê bibe serbixwe. Çimku ev bi diyalogê dê were çareserkirin. Em dixwazin bi rêyên aştiyane, vê mijarê çareser bikin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse