Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Cîhan

Stratejîstê nêzîkê Trump: Siberoja Sûriye ji bo Amerîkayê ne giring e

Ji aliyê HUSÊN OMAR 17-7-2017
James Carafano
James Carafano

Navenda Nûçeyan – Lêkolînerê stratejîst ê amerîkî James Carafano, ku weke kesekê nêzikê Koşka Spî tê naskirin, behsa parçebûn û Belqanbûna Sûriyê dike û diyar dike, ku siberoja Sûriyê bo Amerîkayê ne girtring e.

 

Di hevpeyvînekê de li gel rojnameya Elşerq Elewset a erebî, ku roja Dûşemê 17-07-017, hatiye weşandin, Cîgirê Serokê Saziya The Heritage Foundation James Carafano, dibêje ku Sûriyê ber bi Belqanbûnê ve diçe anku wekî Yogoslavyaya berê dê parçe bibe.

 

Bi gotina Carafano, kes di Sûriyeyeke wiha de, bi hev re hest bi aramiyê nake lewra ew welat dê weke Belqanan parçe bibe.

 

Cîgirê saziya amerîkî ya lêkolînên stratejîk, ku navenda wê ya serekê li Washingtona paytexta Amerîkayê ye, got: “Bi rastgoyî, Amerîka guh nade Sûriyê û giraniyê nade rewşa wî welatî. Heger ne tenê ji bo parastina ewlehiya Urdun û Îsraîlê û şikandin DAIŞê be, Amerîka li siberoja Sûriyê napirse.  Siberoja Sûriye ji Amerîkayê re ne girîng e. Rast e, em ji Esed hez nakin û em dixwazin ku ji ser desthilatê biçe, lê em dema xwe bi dîtina rêyekê ji bo guhertina rejîma Şamê, winda nakin.”

 

Berpirsê Beşa Berevanî û Siyaseta Derve ya Saziya The Heritage Foundation, James Carafano, ku kesekê nêzîkî Serokê Amerîkayê Donald Trump e û di tîma veguhêz a Trump de kar kiribû, dibêje: “Divê Amerîka hêza xwe li ser erdê li herêmê bihêle”

 

Carafano tekez dike ku hejmarek baş ê rawêjkarên serbazî yên amerîkî dê li Sûriyê bimînin.

 

Derbarê egera rûbirûbeneke leşkerî ya di navbera Amerîka û Îranê de, Carafano ev yek zehmet dît û got: “Kes vê rûbirûbûnê naxwaze û Îran nikare şer bike. Ne Tirkiyê, ne Îsraîl, ne welatên erebî yên sûnnî û ne jî Amerîka rê nade Îranê, ku stratîjiyeta xwe li Sûriyê cî bi cî bike.”

Nîşankirin : Amerîka, Sûriye, Belqan
688 hatiye dîtin
Babetên zêdetir HUSÊN OMAR
REQA - Eşîrên ereb palpiştê şervanan in

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Ali As | 2017-09-19 6:43:14 AM
Alî Bapîr Selefiyekî islama radikale. Heta kesê wek wan hebin, ti kes pisht nade Kurdistanê!!!!
Bernas | 2017-09-19 8:51:13 PM
Gelo oldarî tê wateya xizmekarî û koledarî ya neyaran? Hemû olderên gelên din bi navê ol xizmeta gelê xwe û welatê xwe dikin. Hemû welatperwer in....
Seidî Pîre li ser aktîvkirina parlementoyê bersiv da Elî Bapîr
| Duh vî demî 12:32 | (2)
Bernas | 2017-09-19 8:25:13 PM
E..., nepoxa/balona Tirkíyé édí teqíya. Kesek nema ku bi wan re bibin şîrik bona dorpêçkirina Kurdistan, ku wan di van duh rojên dawî qaldikir....
REFERANDUM - Serokê Fransa: Em nabin rêgir li pêş proseyeke demokratîk
| 5 demjimêr berê | (1)
Kan hún jihîkmet û zîrekiya xwe nîşan bidin | 2017-09-19 7:42:40 PM
Ka hun ji zírekbuna xwe ní$andin.Pirsgrékén Iraqé cuye hatiye li ser milé Kurdan maye? Hún jí zanin mesele ci meseleye. Hún ji buy Irané $uré xwe...
Erebistana Siûdî: Bila Barzanî hîkmet û zîrekiya xwe nîşan bide
| 13 demjimêr berê | (1)
Gîwar | 2017-09-19 4:04:00 PM
Her bijî ji birêz Berhem Salih re! Gorran û Komala îslamî te ji xwe re bikin nimûne! Ev refarandûm ne pirsa partîyan e, pirsa nistîmanê ye! 
Berhem Salih: Ez bi serxwebûna Kurdistanê re me
| 8 demjimêr berê | (1)
0.437 seconds