Navenda Nûçeyan – Serfermandarê Hêzên Çekdarên Îranê, General Muhemed Baqirî ragihand, ku referanduma li Herêma Kurdistanê bi ti awayî ji aliyê cîranên Iraqê ve nayê qebûlkirin.
Li gorî nûçeya ajansa fermî ya dewleta Îranê IRNAyê, Serfermandarê Hêzên Çekdarên Îranê Muhemed Baqirî îro li bajarê Meşhedê li bakurê rojhilatê Îranê beşdarî di semînarek taybet a fermandeyên Hêza Bejayî ya Supaya Pasdaran a Îranê kir û tê de gotarek pêşkêş kir.
Muhemed Baqirî di gotara xwe de, behsa rewşa herêmî û cîhanî û pêşhatên ku li deverê diqewimin kir û ragihand, dijminan hin gef û metirsiyên nû yên ewlehiyê, Komara Îslamiya Îranê kirine armanc û da xuyakirin, ku dijmin hewl didin, gef û metirsiyan bikişînin nava sînorê Îranê.
Baqirî tekez kir, ku dive bo rûbirûbûna wan metirsiyan û planên dijiman, hêzên serbazî û ewlehî yên Îranê amadebûna xwe zêdetir bikin. Baqirî got, Îranê bi piştevanî û alîkariyên ji bo dewletên herêmê ku wî bi dewletên eniya berxwedanê bi nav kir, şer û têkoşîna li dijî terorê ji sînorê xwe dûr kiriye û ew şer biriye cihên dûrtir û ewlehiya xwe bi başî parastiye.
Serfermandarê Hêzên Çekdarên Îranê amaje bi rewşa Rojhilata Navîn û başûrê rojavayê Asyayê kir û diyar kir, ew dever mêhwera pêşhatên cîhanê ye, ku rastî çendîn bûyer û pîlanên nû hatiye û da zanîn, ku ew bûyer û pîlan bi sedema destwerdana hêzên zordar, şeytaniya sehyûnîstan û ehmeqî û xiyaneta serkirdeyên hin hikûmetên ne gelî û zordar ên li deverê çê bûne.
Referanduma Kurdistana Iraqê nayê qebûlkirin
Muhemed Baqirî di beşeke din a axavtina xwe de behsa sazdana referanduma serxwebûnê li Başûrê Kurdistanê kir û behskirina li ser vê mijarê û bi rojev kirina referandumê di dema niha de xiste bin pirsyarê.
Baqirî got: “Ya ku niha li beşeke welatê Iraqê, li gel şikesta DAIŞê û terorîstên tekfîrî piştî 3 sal şer û awarebûna xelkê ezîz û pêşkêşkirina gelek ji şehîdan û serkevtina millet û merceiyeta olî û serkevtina artêş û hêzên Heşda Şeibî yên wî welatî, bê navber derbarê referanduma li Kurdistana Iraqê û cudakirina beşek ji Iraqê de gotin tên kirin, tiştekî asayî nîne.”
Serfermandarê Hêzên Çekdarên Îranê destnîşan kir, ku sazdana referandumê li Başûrê Kurdistanê dê bibe destpêkek bo pirsgirêk û krîzên nû li deverê û got: “Ev mijar bi ti awayî ji aliyê cîranê Iraqê ve nayê qebûlkirin û parastina serxwebûn û yekparçeyiya Iraqê di berjewendiya tevahiya netew, mezheb û pêkhateyên wî welatî de ye.”
Pêştir jî çend berpirsên Îranê nerazîbûna xwe li hember sazdana referanduma serxwebûnê li Başûrê Kurdistanê anîbûn ziman û gotibûn, ku ew li dijî referandumê û li gel parastina yekîtiya xaka Iraqê ne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse