Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Cîhan

LONDON - Jina kurd ji nav dojehê rizgar bû

Ji aliyê RÛDAW 18-6-2017
Gîtî Hesen

London (Rûdaw) – Gitî Hesen ew jina kurd e, ku di nav agirê avahiya 24 qatî ya Londonê de rizgar bû. Lê ew dibêje, ked û renca wê ya 20 salan jî di wî agirî de şewitî û bû xwelî.  

 

Roja çarşema borî (14-06-2017), li Londonê agir bi avahiyeke 24 qatî ket. 4 malbatên kurd di nav wê avahiyê de dijiyan. Di dema bûyerê de 2 malbat rizgar bûn û çarenivîsa 2 malbatan jî ne diyar e.  

 

Gîtî Hesen jina kurd a ji Rojhilatê Kurdistanê, ji avahiya şewitî bi zindî derket. Lê ew dibêje, li gel xaniyê wê, hemû kes û bîranînên wê jî şewitîn. Ew niha di odeya otêleke Londonê de dimîne.  

 

Gîtî bi çavên pir bi girî dibêje: “Ez weke penaber hatime vî welatî. Li gel zarokên xwe me ev xanî ji xwe re çêkir û sererast kir. Zarokên min li wir mezin bûn. Li wir bîranînên me hebûn. Min bi salan gelek zehmetî kişandin, gelek hewldan. Lê hemû tişt di çend xulekekê de şewitî û çû.”

 

Ew di nav agir û dûmana sift de ji jiyanê bê hêvî bibû lê di kêliya dumahîkê de rizgar bû. Rizgarbûnek di nav bîranînên tehl û tûj, westiyaneke bê hedar de maye.

 

Gîtî Hesen dibêje: “Min ji pencerê ve dît agir bilind dibe. min digot qey dê agir were vemirandin lê mîn dît xelk îşaret didin û dibêjin derbikeve. Paşî agir ji caman ve hate jor ve. Wê demê min zanî, ku rewş cidî ye û divê xwe rizgar bikim.”

 

Gîtî mîna fîlmeke trajîk behsa wê serpêhatiya nexweş dike: “Dema ji pêlekanan dihatim, ji ber dûmanê kêm mabû bixeniqim. Bi zorê gihiştime derve. Dema li dîmenan dinerim, ji xwe re dibêjim, gelo ev film bû yan jî xewn bû. Lê rastî tehl e, hemû tişt şewitî. Niha pasaporta min jî nîne da ku vegerim Sineya xwe ya ezîz.”

 

Di nav avahiya şewitî de 30 kesan jiyana xwe ji dest da û 24 kes hê jî di nexweşxaneyan de di bin çavdêriya pizîşkî de ne. Herwiha çarenivîsa 70 kesan hê jî ne diyar e.

 

1245 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Ehsan demki | 2017-09-24 12:20:12 PM
Slav 2017 ne 25/09 2015
Balyozxaneya Amerîkayê li Iraqê hişyarî da hemwelatiyên xwe
| 9 demjimêr berê | (1)
Namdar | 2017-09-24 12:01:18 PM
Dest xwesh xweshkê hêja. her bijî.
Ji Leyla Zanayê bo Neteweyên Yekbûyî nameya referandûma serxwebûnê
| 8 demjimêr berê | (1)
cn | 2017-09-18 9:23:42 PM
begmoan tu de peshgerie le axa iraqe kei, beje bochi? serhendera ku kurdistan boie cehe kari bo terkya her terkya nerazibunaxo dyardeket. ev...
nizamettein Turkyildiz | 2017-09-24 11:19:00 AM
Eyyyyyyy dirndeya Dewleta Tirk ê hov û har, eeeyyy dirnde..... ma hêj êwe we tê negihêt ku nexsheya XAKA Kurdistan ji Mlataya Destpêdiket heta bajara...
Çavuşoglu: Em gefên rasterast li Kurdistanê nakin
| 18-9-2017 | (2)
NAMDAR | 2017-09-24 11:02:07 AM
Dest xwesh kaka Parlamenterê HDPê yê Amedê Ziya Pîr, raste Berzanî êdî Sexsek bi serê xwe ye, lê Barzani em roj Bûy Simbola Nava û Nasname û herwisa...
Parlamenterê HDPê bo Yildirim: Barzanî 6 zimanan dizane, baş e tu?
| 12 demjimêr berê | (1)
0.5 seconds