Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Cîhan

Li Portugalê 62 kes di nava agir de şewitîn

Ji aliyê RÛDAW 18-6-2017
Agir berbûye daristanên li welatê Portugalê, wêne: AFP
Agir berbûye daristanên li welatê Portugalê, wêne: AFP

Navenda Nûçeyan – Li Portugalê agirek mezin berbû daristanên wî welatî û di encamê de 62 kesan canê xwe ji dest dan û gelek kes jî di encama şewatê de birîndar bûne.

 

Li gorî nûçeya AFPê, îro yekşembiyê 18ê Hezîranê agirek mezin bi daristanê welatê Portugalê ketiye û li gorî zanyariyan, heta niha di encama şewatê de, 62 kesan canê xwe ji dest dane.

 

Herwiha zêdetirî 90 kes jî di encama bûyera agirberbûna daristanan de birîndar bûne û tîmên hawarçûnê kesên birîndar veguhastine nexweşxaneyan.

 

Ji ber hejmara zêde ya qurbaniyên şewatê, hikûmeta Portugalê li wî welatî 3 roj weke şîna (taziya) giştî ragihandiye.

 

Hikûmeta Portugalê zêdetir ji 1,700 karmendên agirvemirandinê erkdar kirine û hejmareke zêde ya otomobîl û wesayitên taybet bi agrivemirandinê bo kontrolkirina agir jî şandine cihê bûyerê.

 

Di encama agirberbûna darsitanan de, rûbereke berfireh a daristanên Portugalê û herwiha xanî û avahiyên derorê û otomobîlê welatiyan jî şewitîne.

 

Serokwezîrê Portugalê Antonio Costa, bûyera agirberbûna daristanên wî welatî weke trajediyeke mezin bi nav kir û ragihand: “Di wan çend salên dawiyê de, agirek bi vî awayî mezin û berfireh li Portugalê çê nebûye.”

 

Hikûmeta Portugalê soz daye, ku hewlên xwe bo kontrolkirina agir berfirehtir bike û hejmara tîmên agirvemirandinê û hawarçûnê li herêma şewatê jî zêdetir bike.

 

Ji roja şembiyê 17ê Hezîranê ve, şepêleke bihêz a germiya hewayê berê xwe daye Portugalê û li hin navçeyên wî welatî pileya germiya hewayê ji 40 pileyî zêdetir bûye.

Nîşankirin : Portugal, Agir, Daristan, Şewat
1042 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Ehsan demki | 2017-09-24 12:20:12 PM
Slav 2017 ne 25/09 2015
Balyozxaneya Amerîkayê li Iraqê hişyarî da hemwelatiyên xwe
| 9 demjimêr berê | (1)
Namdar | 2017-09-24 12:01:18 PM
Dest xwesh xweshkê hêja. her bijî.
Ji Leyla Zanayê bo Neteweyên Yekbûyî nameya referandûma serxwebûnê
| 8 demjimêr berê | (1)
cn | 2017-09-18 9:23:42 PM
begmoan tu de peshgerie le axa iraqe kei, beje bochi? serhendera ku kurdistan boie cehe kari bo terkya her terkya nerazibunaxo dyardeket. ev...
nizamettein Turkyildiz | 2017-09-24 11:19:00 AM
Eyyyyyyy dirndeya Dewleta Tirk ê hov û har, eeeyyy dirnde..... ma hêj êwe we tê negihêt ku nexsheya XAKA Kurdistan ji Mlataya Destpêdiket heta bajara...
Çavuşoglu: Em gefên rasterast li Kurdistanê nakin
| 18-9-2017 | (2)
NAMDAR | 2017-09-24 11:02:07 AM
Dest xwesh kaka Parlamenterê HDPê yê Amedê Ziya Pîr, raste Berzanî êdî Sexsek bi serê xwe ye, lê Barzani em roj Bûy Simbola Nava û Nasname û herwisa...
Parlamenterê HDPê bo Yildirim: Barzanî 6 zimanan dizane, baş e tu?
| 12 demjimêr berê | (1)
0.516 seconds