Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Cîhan

Kurdên li Kanadayê piştgirî didin referanduma serxwebûnê

Ji aliyê RÛDAW 18-9-2017
Kurdên li Kanadayê ji bo piştgiriya referanduma serxwebûnê ahengek saz kirin

Vancouver (Rûdaw) – Kurdên li Kanadayê, li bajarê Vancouver ji bo piştgiriya referanduma serxwebûna Başûrê Kurdistanê ahengek saz kirin.

 

Aheng bi beşdariya bi dehan Kurdên niştecihên Kanadayê birêve çû û di ahengê de stran hatin gotin,  govend hatin girtin û Ala Kurdistanê hate bilindkirin û herwiha ji bo referanduman serxwebûna Başûrê Kurdistanê dirûşmên "Belê" hatin bilêvkirin.

 

Keç û xortên Kurd ên ku beşdarî ahengê bûbûn, alayeke mezin li hember avahiya hunerê ya li bajarê Vancouver bilind kirin û çendîn gotar ji aliyê amadebûyan ve hatin pêşkêşkirin.

 

Ahenga piştgiriya referandumê, ji aliyê Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê ve bi mebesta gihandina dengê Kurdan hate sazkirin û daxwaz dikin ku welatên zilhêz ên cîhanê piştgiriya referanduma Başûrê Kurdistanê bikin.

 

Bi mebesta piştgiriya referanduma serxwebûnê, li Başûrê Kurdistanê û li her çar aliyên cîhanê, ji aliyê Kurdan ve karnaval, aheng û şahî têne sazkirin.

 

Herwiha îro li Brîtanyayê jî ji aliyê Kurdistaniyên niştecihên wî welatî ve li hember Ofîsa Serokwezîrê Brîtanyayê û Wezareta Derve ya Brîtanyayê piştgiriya xwe ya ji bo giştpirsiya serxwebûnê nîşan dan.

 

Duh jî Kurdistaniyên li Amerîkayê dijîn ji bo piştgiriya giştpirsiya serxwebûna Başûrê Kurdistanê li Waşingtonê, li pêşiya Koşka Spî çalakiyek saz kiribûn û peyama xwe gihandin rêveberiya Trump.

 

National Moll ku navçeya herî balkêş û giring a paytext Washingtonê ye, Kurdên li Amerîkayê dijîn, duh bi mîtîngekî girseyî, piştgiriya xwe ya ji bo giştpirsiya serxwebûna Başûrê Kurdistanê li wê qadê ragihandibû.

 

Biryar e di 25ê Îlonê de referanduma serxwebûna Başûrê Kurdistanê were encamdan.

977 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Kurdo | 2018-02-24 1:37:07 PM
Heger,navê Kusret Resul bi mirazê Hêro Îbrahîm Ahmed be,bê goman, navê Kusret Resul naçe nav Rûpelên Dîroka Neteweya Kurd a sipî û serwer.Ma çi hebû ...
Hêro Îbrahîm nameyeke tund ji Kosret Resûl re şand
| 10 demjimêr berê | (1)
hussein Cheikhi | 2018-02-24 9:32:35 AM
Roj Ba§ Bira Besam mustafa, îro min nivîsya te ya bi navê " ziman yek ji nasnameyê gelan e" xwend. ji demek dirêj ve, ez dixwazim bîr û bahweriya...
Ziman yek ji nasnameya gelan e
| 22-2-2018 | (1)
Deniz deniz | 2018-02-23 12:20:00 PM
Li gorî min li erdnigariya Efrînê baran ba û bahoz nîne...Erdogan nizane ewê çawa ji Efrînê derkeve..Agahiyek din bidim we. Niha Erdogan ji Rusyayê...
Erdogan: Piştî Efrînê dora Minbicê û rojhilatê Firatê ye!
| Duh vî demî 03:06 | (1)
B.ay | 2018-02-22 6:52:59 PM
Deste te xwes kek selahedin.sozial Demokraten Alman, dewe wan pir gotinan dibejin le ji derewan re pir jihatine ji bo bercewendiyen welaten xwe hemi...
Destbiser
| 22-2-2018 | (1)
0.781 seconds