Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Cîhan

Îsraîl: Îran mezintirîn pirsgirêka li Rojhilata Navîn e

Ji aliyê RÛDAW 20-2-2017
Wezîrê Berevaniya Îsraîlê Avigdor Liberman

Munchen (Rûdaw) – Wezîrê Berevaniya Îsraîlê ragihand, Rojhilata Navîn 3 arîşe hene û her sê arîşe jî Îran e.

 

Wezîrê Berevaniyê yê Îsraîlê roja yekşemî 19ê Sibatê di Konfransa Ewlekariya Cîhanî ya Munchenê li bajarê Munchenê yê Almanyayê gotarek pêşkêş kir. Avigdor Liberman di gorata xwe de bi tuned êrişî Îranê kir û rexneyên tund li siyaseta Tehranê girt.

 

Avigdor Liberman got: “Îran berdewam e li ser têkdana ewlehiya welatên Rojhilata Navîn, her ji ber wê jî (Îran) mezintirîn arîşeya herêmê ye û piştevaniyê li terorê dike.”

 

Liberman amaje bi gotineke navdar a fermandeyekî leşkerî yê Amerîka kir û got: “Gotineke navdar a fermandeyekî serbazî yê Amerîkayê heye ku gotibû, Rojhilata Navîn rûbirûyê 3 arîşeyan bûye, ew jî Îran, Îran û Îran e. Ez jî dikarim wê yekê dubare bikin derbarê arîşeyên Rojhilata Navîn de”.

 

Liberman herwiha amaje bi rewşa pêkhateyên Neteweyî û olî yên Îranê kir û got, “desthilata Îranê pêkhateyên netewî û olî yên di nava wî welatî de tepeser dike û rojnamevan û çalakvanên sivîl dixe zîndanan”.

 

 

Wezîrê Berevaniya Îsraîlê destîşan kir:

 

“Me raporta Wezareta Derve ya Amerîkayê dît, ku di meha Tebaxa sala bihorî de derbarê terora li cîhanê de belav kir û têde bi zelalî Îran weke mezintirîn dewleta piştevanî terorê li seranserî cîhanê hatibû danîn. Herwiha çend roj berî niha jî me hejmarek xelk dît ku li Tehranê ku dirûşma Mirin Bo Amerîka û Îsraîlê bilind kiribûn, heta alayên me şewitandin. Îran geşeyê bi mûşekên balistîk dide, ew jî berovajiyê biryara 2231 aEncumena Asayişa Navdewletî ye. Îran pêwendiyeke bihêz ligel Koreya Bakur heye. Di sala 2016ê de nêzîkî 600 kes li Îranê hatine sêdaredan, bêyî berçavgirtina proseya dadwerî û lêkolînê bi wan re, ku ew jî bilindtirîn asta sêdaredan li cîhanê ye. Di navxweyê Îranê de jî, Îran kêmîneyên ayînî û netewên nav welatê xwe de tepeser dike û rojnamevan, xwandekar û çalakvanên sivîl dixe zîndanê”.

 

Derbarê pirsgirêka Felestînê de jî, Avigdor Liberman diyar kir: “Êdî Felestîn mezintirîn pirsgirêka Rojhilata Navîn nîne, belku Îran mezintirîn e”.

 

Liberman bi pêwîst dizane ku hevpeymanîtiyek li dijî Îranê were pêkanîn û dawî bi wan arîşe û nakokiyan were anîn, ku Îran li herêmê belav dike.

 

Herwiha di kevana birêveçûna Konfransa Ewlekariya Munchenê de, Liberman ligel Wzîrê Berevaniya Amerîkayê James Mattis jî civînek pêk anî.

 

Di wê hevdîtinê de, Liberman ji Mattid re got: “Îran û Koreya Bakur deskên heman şeytanî ne ku Hizbullah û Beşar Esed jî li xwe digire”.


Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Ali As | 2017-05-22 9:50:38 AM
Ev artêsh mîna DAISHÊ û El Nusra ye. Hic farq nîne, tenê li rûyê wan binêrin. Rîyê xwe berdane, weka DAISHê berê. Mixabin tirkîyê daxwaza Dewleta...
Tirkiye artêşeke nû li bakurê Sûriyê ava dike
| Duh vî demî 11:47 | (1)
Kurdo | 2017-05-21 7:26:34 AM
Rewşa Bakurî Kurdistanê li Turkîyê,bi hewcehî Serokekî milî nasyare ne bi hewcehî nîv Serokeka bi ldîloceyeka dem bi serve çûye hatî perwerde...
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-05-21 4:59:50 PM
Xanima Serpil, Nexşerê eve: 1➡ bi Kurdî biaxivin û binvîsin û Dest ji Axiftina Tirkî û Nivîsên Tirkî berdin. 2➡ Cilê Kurdî li xwe bikin, Cilên Kurdî...
Hevseroka nû ya HDPê: Em li ser nexşerêyeke nû dixebitin
| 20-5-2017 | (2)
Suleyman Inci | 2017-05-21 10:16:54 AM
Newsirvan rebereki Akademik bu xebata wi ji bo Kurdistan ke demokrati bu diji bertilxwarine u gendeli ye bu. Xwede rehma xwe leke sere malbata We ,wi...
Simo | 2017-05-21 4:21:19 PM
Suleyman lncî,law tû Qasim Suleymanî nas nakî kîye,heger Qasim Suleymanî Hevalê Kurdekî be,bila ew Kurda,ji xwe re,nebêje ez Kurdim.Qasim Suleymanî...
Ji Qasim Sulêymanî peyama serxweşiyê
| 21-5-2017 | (2)
Aarif | 2017-05-20 6:38:50 PM
Bi rêz kak, azîzakanim, li ser pirsa rêya rastîya PKK û methodologia PKK ez bi xwe ne bawerim xeltî hebêtin, ji ber hindê, ji bo çi ? di sereta de,...
lolozano | 2017-05-21 6:03:16 AM
Sedemên leşkerî û sedemên sîyasî û civakî û Dewlet,berê PKKê didet xeletîyan gotinên hemî rastin û nesîhetên te,tû li PKKê dikî,tevî wisa PKKê,ne...
Bakura PKKê
| 18-5-2017 | (2)
0.609 seconds