Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Cîhan

Daxwaza Rûsyayê ji Îsraîlê

Ji aliyê RÛDAW 19-3-2017
Mîxaîl Bogdanov
Mîxaîl Bogdanov

Navenda Nûçeyan - Nûnerê Serokê Rûsyayê bo Rojhilata Navîn Mîxaîl Bogdanov ragihand, ku Rûsyayê ji Îsraîlê xwestiye ku li ser mijara derbasbûna firokeyên şer ên xwe bo nav sînorên esmanî yên Sûriyê agahiyan bide.

 

Mîxaîl Bogdanov ku Cîgirên Wezîrê Derve yê Rûsyayê jî ye, di daxuyaniyekê de ji televizyona fermî ya dewleta Rûsyayê RTyê re ragihandiye, ku wan ji Îsraîlê xwetiye ku li ser bûyera derbaskirina sînorên esmanî yên Sûriyê ji aliyê firokeyên şer ên Îsraîlê ve daxuyaniyekê bide û wê mijarê zelal bike.

 

Bogdanov da xuyakirin, ji bo ku giringiyê bidin çûnûhatinên operasyonên hewayî yên li sînorê esmanî yê Sûriyeyê, rêkevtinek di navbera Rûsya û Îsraîlê de heye.

 

Nûnerê Vladimir Putin bo Rojhilata Navîn destnîşan kir, ku divê nirxandina Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê ya li ser vê bûyerê bihê zanîn.

 

Fermandeyiya Giştî ya Artêşa Sûriyeyê ragihandibû ku di 17ê vê mehê de 4 firokeyên cengî yên Îsraîlê saet 02:40ê ji herêma Birêcê derbasî nav sînorê Sûriyeyê bûne û sîstema mûşekî û pedafenda hewayî ya Artêşa Sûriyeyê bersiv daye wê yekê, ku di encamê de firokeyeke Îsraîlê ketiye.

 

Li hember wê yekê, Berdevkê Artêşa Îsraîlê jî ji Reutersê re ragihandibû, “ti carî ewlekariya sivîlên îsraîlê yan jî firokeyên hêzên hewayî yên Îsraîlê neketine xeterê.”

 


Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Ali As | 2017-05-22 9:50:38 AM
Ev artêsh mîna DAISHÊ û El Nusra ye. Hic farq nîne, tenê li rûyê wan binêrin. Rîyê xwe berdane, weka DAISHê berê. Mixabin tirkîyê daxwaza Dewleta...
Tirkiye artêşeke nû li bakurê Sûriyê ava dike
| 22-5-2017 | (1)
Kurdo | 2017-05-21 7:26:34 AM
Rewşa Bakurî Kurdistanê li Turkîyê,bi hewcehî Serokekî milî nasyare ne bi hewcehî nîv Serokeka bi ldîloceyeka dem bi serve çûye hatî perwerde...
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-05-21 4:59:50 PM
Xanima Serpil, Nexşerê eve: 1➡ bi Kurdî biaxivin û binvîsin û Dest ji Axiftina Tirkî û Nivîsên Tirkî berdin. 2➡ Cilê Kurdî li xwe bikin, Cilên Kurdî...
Hevseroka nû ya HDPê: Em li ser nexşerêyeke nû dixebitin
| 20-5-2017 | (2)
Suleyman Inci | 2017-05-21 10:16:54 AM
Newsirvan rebereki Akademik bu xebata wi ji bo Kurdistan ke demokrati bu diji bertilxwarine u gendeli ye bu. Xwede rehma xwe leke sere malbata We ,wi...
Simo | 2017-05-21 4:21:19 PM
Suleyman lncî,law tû Qasim Suleymanî nas nakî kîye,heger Qasim Suleymanî Hevalê Kurdekî be,bila ew Kurda,ji xwe re,nebêje ez Kurdim.Qasim Suleymanî...
Ji Qasim Sulêymanî peyama serxweşiyê
| 21-5-2017 | (2)
Aarif | 2017-05-20 6:38:50 PM
Bi rêz kak, azîzakanim, li ser pirsa rêya rastîya PKK û methodologia PKK ez bi xwe ne bawerim xeltî hebêtin, ji ber hindê, ji bo çi ? di sereta de,...
lolozano | 2017-05-21 6:03:16 AM
Sedemên leşkerî û sedemên sîyasî û civakî û Dewlet,berê PKKê didet xeletîyan gotinên hemî rastin û nesîhetên te,tû li PKKê dikî,tevî wisa PKKê,ne...
Bakura PKKê
| 18-5-2017 | (2)
0.5 seconds