Amerîkayê ji bo HSDê firokeya Sûriyê xist

19-06-2017
RÛDAW
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Hevpeynaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê ku pêşengiya Amrîka dike firokeyeke şerî ya Sûriyê xistiye.


Hêzên hevpeymaniya navdewletî ragihand ku firokeya şerî ya Sûriyê bi curê SU-22, ji ber ku li Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) dane, li başûrê navçeya Tebqayê ji aliyê firokeyên Amerîka ve di seet 18.43an de hatiye xistin.


Li gor daxuyaniya nivîskî ya Operasyona Biryardariya Siruştî ya Hevpeymaniyê, komên alîgirê hikûmeta Sûriyê bi seeta herêmî 16.30an de, li başûrê navçeya Tebqayê êrişî gundê Cedînê kirin ku di destê HSDyê de bû û gelek şervanên HSDê birîndar kirin.


Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hevpeynabiyê êrişa pêşî bi firîna nizim sekinandiye.


Her wiha hêzên hevpeymaniyê ragihandin ku hêzên HSDê li wê navçeyê li dijî DAIŞê şer dikin û hevpeymanên wan in û ew rê nadin ku ti hêzek êrîşî hevpeymanên wan ên li dijî DAIŞê bike û diyar jî kir ku di derbarê xistina wê balafira Sûriyê de rayedarên Rûsî jî hatine agahdarkirin. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst