Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Cîhan

Joseph Dunford bo Rûdawê: Barzanî û Ebadî dê kar li ser referandumê bikin

Ji aliyê RÛDAW 19-6-2017
Serfermandarê artêşa Amerîkayê Joseph Dunford helwesta xwe derbarê referanduma Başûrê Kurdistanê de aşkere kir.

Waşington (Rûdaw) - Serfermandarê Artêşa Amerîkayê, general Joseph Dunford derbarê giştpirsiya serxwebûna Başûrê Kurdistanê de ragihand, ku dive Barzanî û Ebadî kar li ser wê mijarê bikin.

 

General Joseph Dunford di bersiva pirsyareke Tora Medyayî ya Rûdawê de helwesta xwe derbarê giştpirsiya Başûrê Kurdistanê de aşkere kir.

 

Dunfor ji Rûdawê re got: “Derbarê giştoirsiya Kurd de, ew yek ji Serok Barzanî û Serokwezîr Ebadî re hatiye hiştin, da ku kar li ser wê mijarê bikin.”

 

Serfermandarê Artêşa Amerîkayê da xuyakirin: “Armanca me ev e ku tenahî û îstiqrar li iraqeke xwedan serwerî hebe.”

 

Joseph Dunfor tekezî li ser piştevaniya Waşingtonê bo Bexdayê di şerê li dijî terorê de kir û got: “Ji bo têkşikandina DAIŞê li Iraqê, em piştevaniyê li hêzên ewlehiyê yên Iraqê dikin.”

 

Piştî civîna berfireh a partî û aliyên siyasî bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re di 7ê Hezîrana îsal de, biryara diyarkirina roja 25ê Îlona 2017ê weke roja sazdana referanduma serxwebûna Başûrê Kurdistanê hatibû dan.



Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Kurdo | 2017-08-13 7:20:09 PM
Di bin vê serlêdanê de,ne bes behsa pariztinên Sînorên Welatên hev ji Terorîstan ku biparizin tên ba hev.Sînor û Terorîst,di bin sçîya kontrola wan...
Serfermandarê Hêzên Çekdarên Îranê serdana Tirkiyê dike
| 13-8-2017 | (1)
Melih Erdinc | 2017-08-13 11:01:56 AM
Goran gora xwe dikole
Tevgera Goran: PDK mercên me qebûl neke, bila her yek here mala xwe
| 13-8-2017 | (1)
Ali Baran | 2017-08-13 8:48:50 AM
chp ji roja avabûna xwe bi vir da partîyeke national socialist e, wate partîya faşist a bi maske sor e. kînga bûye demokrat. gotineke kurmancan heye,...
Bangewaziya Demirtaş di siyaseta kurdî de bû cihê nîqaşê
| 12-8-2017 | (1)
osman10 | 2017-08-12 9:06:14 PM
Dem baş ji bo kesên li Amûdê. Nûşe nûşe 💓
Havîngeha Amûdê bûye cihê kêfxweşiya welatiyên Rojava
| 12-8-2017 | (1)
0.687 seconds