Hewlêr (Rûdaw) – Partiya Karkeran a Netewî ya Skotlandayê (SNP) ragihand ku dê ji bo giştpirsiya serxwebûna Kurdistanê nûnerekê xwe bişîne Herêma Kurdistanê.
Berpirsê Dosyayên Birîtanyayê li Ofîsa Karên Derve ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Dara Barawî ji Rûdawê re ragihand ku Partiya Karkeran a Netewî ya Îskoçyayê û Weqfa Demokrasiyê ya Westminsterê amadene ji bo giştpirsiya serxwebûna Kurdistanê nûnerên xwe bişînin Başûrê Kurdistanê.
35 kursiyên Partiya Karkeran a Netewî ya Skotlandayê li parlamentoya Birîtanyayê hene.
Endamê Parlementoya Brîtanyayê, Serokê Berê yê Skotlandayê û Serokê Berê yê Partiya Karkeran Baron McConnell jî eşkere kiribû, ku ewê piştgirî bidin daxwazên gelê Kurdistanê.
Baron McConnell herwiha gotibû: “Li gor min, wan nîşan dan xwedî hêzeke çawa ne. Di rêvebirin û îdarekirina welatê xwe de, gelek baş in. Bi nûneriya gel, dikarin biryarên baş bidin. Lê ev giring e ku gelê Kurdistanê biryara xwe bide.”
Serokê Partiya Karkerên Brîtanyayê Jeremy Corbyn jî beriya niha ji Rûdawê re axivîbû û eşkere kiribû, ku ewê piştgirî bidin pirsa kurdî û dîasporaya kurdan.
Lê Wezîrê Karên Derve yê Birîtaniyayê Boris Johnson berevajoyê van difikire û beriya niha wî jî diyar kir bû ku giştpirsî bo serxwebûnê, hêviya xelkê Kurdistanê ye, lê birêveçûna wê giştpirsiyê di vê demê de, dibe sedema dûr ketinê ji armancên din ku ji wan jinavbirina DAIŞê û vegerandina aramiya wan navçeyane ku hatine rizgarkirin.
Johsin herwiha daxwaz ji aliyên siyasî kirbû, bi rêya diyalogê pirsên xwe çareser bikin û pişta xwe bi destûrê ve girê bidin.
Li Başûrê Kurdistanê di 25ê Îlonê de, dê giştpirsiya serxwebûnê were lidarxistin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse