Pentagonê ji bo Efrînê hişyarî da

20-01-2018
RÛDAW
Nîşan Efrîn
A+ A-

Washington (Rûdaw) – Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) Adrian Rankine Galloway li ser Efrînê ji Rûdawê re ragihand ku ew hemû aliyan teşwîqî wê yekê dikin ku xwe ji aloziyê dûr bixin û bala xwe bidin ser şerê DAIŞê.

 

Adrian Rankine Galloway ji Rûdawê re diyar kir: “Em hemû aliyan teşwîqî wê yekê dikin ku xwe ji tevlihevî û aloziyê dûr bixin û bala xwe bidin erkê herî giring ku ew jî têkbirina DAIŞê ye.”

 

Galloway herwiha destnîşan kir: “Em nîgeraniya ewlehiyê ya Tirkiyê ya derbarê PKKê de ku ji aliyê Amerîka ve weke rêxistineke terorîst tê nasîn, fêm dikin. Amerîka ti car piştgiriya PKKê nake.”

Li ser rewşa Efrînê jî Adrian Rankine Galloway da zanîn: “Li Efrînê ti operasyona Hevpeymaniya Navdewletî ku Amerîka serokatiya wê dike tine ye. Çimku bala me li ser operasyonên leşkerî yên li dijî DAIŞê ye.”

 

Êvara roja şemiyê (20-1-2018) firokeyên şer ên Tirkiyê derdora Efrînê bombebaran kirin.

 

Li gor daxuyaniya Hêzên Çekdarî yên Tirkiyê operasyonê îro 20ê Çileya 2018an di saet 17:00an de dest pê kir û navê "Operasyona Şaxê Zeytûnê" lê kirin.

 

Artêşa Tirkiyê destnîşan kir ku 72 firokeyên şer, li Efrînê heft dever bombebaran kirine.

 

Herwiha Serokwezîrê Tirkiyê Binali Yildirim aşkere kir ku roja yekşemê (21-1-2018) operasyon dê berdewam bibe û hêzên bejahî dê beşdarî operasyonê bibin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst