Netewên Yekgirtî: Êrişên ser Efrînê rawestînin!

20-02-2018
RÛDAW
Nîşan Netewên Yekgirtî Stephane Sujarric Efrîn Tirkiye YPG
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî, Stephan Dujarric daxwaza “rawestandina operasyona Artêşa Tirkiyê bo ser Efrînê” kir û ragihand, “her çiqas êriş zêdetir bin, dê gihandina alîkariyên mirovî zehmettir bibe.”

 

Stephan Dujarric îro di preskonfransekê de li ser rewşa Efrînê axivî û ragihand, pêwîst e êrişên Tirkiyê bo ser Efrînê werin rawestandin.

 

Dujarric got: “Pêwîst e ew operasyonên leşkerî werin bidawîkirin. Her çiqas ku hejmara pevçûnan zêdetir bibe, gihandina alîkariyan bi mirovên ku pêwîstiya wan bi alîkariyê heye, bi heman qasî kêmtir dibe.”

 

Berdevkê Netewên Yekgirtî destnîşan kir: “Li Efrînê yan jî Xuteya Rojhilatê ji ber pevçûnan, mirov malên xwe terk dikin. Li gel her rojeke nû, êşên zêdetir tîne.”

 

Stephane Dujarric herwiha ragihand, “bi rûdana rojane ya pevçûnan, xetera wê yekê zêdetir dibe, ku aliyên beşdar di pevçûnan de ber bi şerê cebheyî ve biçin.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst