Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Cîhan

Balyozên Brîtanya û Fransayê: Em daxwaza aramkirina rewşa Efrînê dikin

Ji aliyê Mecîd Nizamedîn Gilî 20-3-2018
Jonathan Allen: Em bi hûrgilî çavdêriya rewşa Efrînê dikin

New York (Rûdaw) – Balyozên Brîtanya û Fransayê yên li Neteweyên Yekbûyî diyar kirin ku daxwaza aramkirina rewşa Efrînê dikin û biryara agirbestê hemû Sûriyê li xwe digre.

 

Duh li Encûmena Asayişa Neteweyên Yekbûyî li ser rewşa Sûriyê, bi taybetî jî li ser rewşa mirovî ya li Xûteya Rojhilat civînek hat kirin, Rûdawê li ser derbasbûna hêzên Tirkiyê nav Efrînê, pirsyarek ji nûnerên welatan kir.

 

Balyozê Fransa yê li Neteweyên Yekbûyî François Delattre ji Rûdawê re ragihand ku helwêsta welatê wî her ji destpêkê ve zelal bûye û biryara agirbesta Sûriyê Efrînê jî li xwe digre.

 

Cîgirê Balyozê Brîtanya yê li Neteweyên Yekbûyî Jonathan Allen jî diyar kir: “Em bi hûrgilî çavdêriya rewşa Efrînê dikin, em daxwaza xwe ya aramkirina rewşa wê herêmê û parastina xelkê sivîl dikin, lê rewşa Xûteya Rojhilat biryara 2401 li pişt e ku karesateke mezin li wê deverê heye û ji ber vê yekê bala me li ser wê derê ye. Lê belê em daxwaza aramkirina rewşa Efrînê jî dikin.”

 

Piştî bidawîbûna Encûmena Asayişê, Balyozê Sûriyê yê li Neteweyên Yekbûyî Beşar Ceferî ji Rûdawê re ragihand ku Tirkiyê bi agahdarî û piştevaniya NATO û Amerîkayê li Sûriyê operasyon encam dide.

 

Beşar Ceferî eşkere kir: “Hewlêsta me hêj weke xwe ye.Dagikeriya Tirkiyê li dijî serweriya me karekî dijminahiyê ye. Hikûmeta Sûriyê çendîn car bala Encûmena Asayişa Neteweyên Yekbûyî rakişandiye, ew jî bi rêya nameyan ku ji Encûmena Asayişê û Sekreterê Giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûrî ye hatine dayîn. Em dikarin çi ji wan re bibêjin? Tirkiye beşeke ji NATOyê ye û NATO jî di xwînrijandina temamê herêmê de beşdar e, li Iraq û Sûriyê jî, ango NATO Tirkiyê diparêze. Bila baweriya we bi van nimayîşên weke Holy Woodê yên li Enqere û cihên din dibînin tine be. Tirkiye vî karî ku niha dike bi rehmeta Amerîkayê encam dide.”

 

 

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve
324 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Can Deniz | 2018-04-23 7:47:29 AM
Tirkiye rast gotiye,,, ya rast jî ev e ku hûn hemû partiyên kurd destekê bidin hev...ENKS wekî piyonê AKP'ê tevdigere..Biçin cem gelê rojava û...
Nûnerê ENKS: Tirkiye ji me re dibêje hûn piştgiriya PYDê dikin
| Duh vî demî 11:52 | (1)
Azad | 2018-04-22 12:46:00 PM
Gelek sıpas Keko.
Şerê fêlbazan
| 19-4-2018 | (1)
Kurdo | 2018-04-22 11:25:12 AM
Alî Bapîr,bê bexte û bê wefa û bê îman be.Bi Rûyekî reş behsa sîreta Dewleta Kurd dike.Ewên ku dengên xwe bidin Lîsteya Alî Bapîr,yê ji Alî Papîr Rû...
Elî Bapîr: Binerin referandûma seqet çi zerer da me
| Duh vî demî 09:06 | (1)
Aragorn | 2018-04-21 5:18:10 PM
Dike cend usd xalo?
Alîkariya Amerîkayê ya ji bo Pêşmerge gihişte Kurdistanê
| 21-4-2018 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

0.672 seconds