Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Cîhan

Li Almanyayê dengdana hilbijartinan bêyî propaganda hat encamdan

Ji aliyê Ala Şalî 20-6-2018
Rûdaw

Hewlêr (Rûdaw) – Propagandayên hilbijartinên berê yên Tirkiyê û nakokî û aloziya navbera alîgirên partiyên Tirkiyê wisa kiriye ku hikûmeta Almanyayê nahêle bangeşeya hilbijartinan li Almanyayê were kirin.

 

Parlementerê Partiya CDU ji Rûdawê re diyar kir: “Propagandaya hilbijartinan hat qedexekirin, ji ber ku em ditirsiyan, tirsa me di cihê xwe de bû, ji bo ku welatiyên Tirkiyê li vir neyên xapandin û pirsgirêkên navxweyî yên Tirkiyê neynin nav Almanyayê, di demekê de em dixwazin li ser entegrasyonê bixebitin, neku pirsgirêk di nav welatiyên Tirkiyê de derkevin. Em weke hikûmeta Almanyayê bi zelalî li dijî rewşa niha ya Tirkiyê ne, lewma em bi tirs çaverêya encamên hilbijartinan dikin, piştre em dixwazin li gel rayedarên hikûmetê li ser maseya danûstadinan rûnin ji bo çareserkirina pirsgirêkan.”

 

Piştî hewldana kudetaya leşkerî ya li Tirkiyê, pirsgirêkên navbera Almanya û Tirkiyê roj bi roj zêde bû, bi awayek ku Erdogan ev biryara hikûmeta Almanyayê weke biryareke Naziyên nijadperest bi nav kiribû.

 

Berpirsê Partiya Komarî ya Gel (CHP) ya Tirkiyê yê li Almanyayê ji Rûdawê re eşkere kir: “Ev rast e. Almanya ji bo hilbijartinên 24ê Hezîranê rê li ti siyasetmedarekî nedaye ku were li vir propaganda bike, herwiha mîtîgên li qadên vekirî qedexe kirin, ev jî bû sedema wê yekê ku çawa gel li Tirkiyê hatiye cudakirin û perçekirin, li vir heman tişt çênabe, çimku vê rewşê bandor li ser vê derê jî dirust kir.”

 

Zêdetirî milyonek û 400 hezar welatiyên Tirkiyê yên li Almanyayê xwedî mafê dengdanê ne.

 

Piraniya welatiyên Tirkiyê yên ku li Almanyayê dijîn, niha ji ber pirsgirêkên navxweyî yên Tirkiyê bi ser du bereyan de dabeş bûne; bereya Erdogan û bereya dijî Erdogan.

 

1203 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

alias | 2018-09-17 8:00:14 AM
Hemû Propaganda ne, hemû derewîne
Ebadî biryar da hêz li ser sînorê Iraq û Tirkiyê were belavkirin
| 16-9-2018 | (1)
mahmoud | 2018-09-15 6:51:54 PM
Dest xwesh Amerika dest Xwesh...
Amerîka hêzên xwe li Sûriyê xurttir dike
| 15-9-2018 | (1)
Renas | 2018-09-15 6:51:08 AM
Careseriya mesela Kurd bi ser lê a Idlibê siyasi? Hahaha.
Tirkiye: Çareseriya Idlibê bi rêya siyasetê ye
| 14-9-2018 | (1)
Ayyob | 2018-09-06 10:29:08 AM
Dest zosh!
Kurdek | 2018-09-14 6:37:55 AM
Çıma hinek dar na çikkînin..... Xuwzaya wir bı çend Kewan va nayé parastin... Gello sedema Van Kewan formalita çiye? Salé careki Van kewan ...
Li Çiyayê Agiriyê hezar kew hatin berdan
| 6-9-2018 | (2)
0.484 seconds