Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Cîhan

Erdogan: Bila Herêma Kurdistanê dev ji hewla xwe berde

Ji aliyê RÛDAW 20-9-2017
Recep Tayyip Erdogan
Recep Tayyip Erdogan

Navenda Nûçeyan - Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li 72yemîn Civîna Lijneya Giştî ya Netewên Yekbûyî derbarê giştpirsiya 25ê îlonê ya serxwebûna Kurdistanê de got, ew bangî Herêma Kurdistana dikin ku divê dev ji wê hewla daye destpêkirin berde.

 

Bi beşdariya ji 120î zêdetir serokdewlet û serokên hikûmetan 72yemîn Civîna Lijneya Giştî ya Netewên Yekbûyî dest pê kir. 

 

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di vebûna 72yemîn Civîna Lijneya Giştî ya Netewên Yekbûyî de cih girt û gotarek pêşkêş kir û têde behsa giştpirsiya serxwebûna Kurdistanê jî kir.

 

Recep Tayyip Erdogan got hewcedariya Iraqê bi peymanên ku dê li ser bingeha yekîtiya axê bên kirin û avakirina siberojeke hevpar heye û wiha domand:

 

"Pêdivê ji gavên weke daxwazên serxwebûnê ku li herêmê dibin sedema qeyranên nû û pevçûnan dûr bên sekinîn. Em ji vir bangî Herêma Kurdistana Iraqê dikin ku dev ji wê hewla xwe ya ku di vê çarçoveyê de daye destpêkirin berde. Xwe kerrûlalkirina ji helwesta Tirkiyeyê re ya ku di vê mijarê de ya gelekî eşekere û biryardar e, dê ev dibe ku bibe sedema ji destdana Herêma Kurdistana Iraqê ji destkeftên xwe. Şûna ku em agir bi fitîla pevçûnên nû bixin divê em hemû bi hev re li herêmê ji bo tesîskirina aramî, aştî, ewlehî û îstitiqrarê bixebitin”

 

Erdogan piştî axaftina ligel televîzyona PBSê hevpeyvînek pêk anî û got: “Ez vê yekê di serî de bi zelalî bibêjim: Me her tim yelparçeya xaka Iraqê xwestiye. Divê ev giştpirsî neyê encamdan. Li wê derê ereb, tirkmen û kurd bi hev re dijîn. Ligel Iraqê 350 kilometre sînorê me heye em dê çawa vê yekê qebûl bikin?”

Şîrove

 
 Seid Ferhad Seid Mistefa
Seid Ferhad Seid Mistefa | 20-9-2017
Abû-Erdo "350-Kîlomêtr" ne Sinorê Bavê te Mogolî û ne jî Sinorê Tirkîyê ye! 350-Kilomêtr Sinorê, Bakur-, û Başûrê-Kurdistanê ye! Ew Sinorê me Kurda ye ne yê weyên Dagîrker û Mal û Milkê te û Bavê te jî niye, ku tû wiha bi keyfa Dilê xwe ser Sinoran biaxivî, ev Der Kurdistane!!!!!
Baran B | 20-9-2017
Ger kurd netewe bin û qereçên dinyayê nebin dest ji/dev ji giştpirsîyê bernaden. bila serokên wek te, Ebadî û Rohanî her bizirin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Kurdo | 2017-12-13 11:07:14 AM
Her bijî Osman!!Heger her Kurdek wek Osmên helwetên xwe wusa raste rast biparize,bê goman Perlemana Turkîyê dibe Banê Permemana Kurd û Turkan.
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-12-13 11:20:04 AM
Wey ez qurbana te bim birêz Baydemîr...Tu Çavê minî...Tu Dilê minî! 🤗🤗🤗 Ez gelek bi te serbilindim...Bi Hêvîya Xwedê wê temendirêj bî bo Kurd û...
Li parlamentoya Tirkiyê nîqaş li ser ‘Kurdistanê’ derket
| 13-12-2017 | (2)
mardinov | 2017-12-13 8:33:29 AM
çima qet bawerÎya min bi we naye? Dema KAka MEsûd got ji bilî çiya tu dost ji Kurda re nîne me peyam girt!
Amerîka: Emê ji bo cîbicîkirina destûrê piştgirî bidin Kurdan
| 13-12-2017 | (1)
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-12-11 9:42:53 PM
@rudaw, rudaw ji kerema xwe eger carek din we Rêportagek girt, Ser û Çavên Hevwelatîyan bi Software ve pinhan bikin û veşêrin! Ma kî dizane, belkî...
RÛDAW DERBASÎ KERKÛKÊ BÛ – Gel niha çi dixwaze?
| 11-12-2017 | (1)
Sofi | 2017-12-06 11:53:01 PM
Qaşo Ebadî li gora xwe siyasetê dikê û di xwazê gelên li Kurdistanê siza bikê û li gora wî serê xwenî wekê şebeşekî Cîhanê bi xapênê.
Hikûmeta Kurdistanê: Em nizanin Ebadî behsa kîjan lîsteyê dike
| 6-12-2017 | (1)
0.484 seconds