Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Cîhan

Li Amerîkayê piştgiriya serxwebûnê berfireh dibe

Ji aliyê RÛDAW 21-9-2017
Piştgiriya bo referanduma serxwebûna Kurdistanê li Amerîkayê berfireh dibe

New York (Rûdaw) – Piştgiriya referanduma serxwebûna Başûrê Kurdistanê li Amerîkayê berfireh dibe û rayedarên Amerîkayê dibêjin: “Dewleta serbixwe ya Kurdistanê gelek girin g e û ji bo Amerîkayê sûdeke wê ya stratejîk heye.”

 

Li New Yorkê ku çend serkirdeyên welatên cîhanê daxwaz kirin, ku giştpirsî were paşxistin, li ser giştpirsiyê konferansek hate sazkirin û di konferansê de rayedarên Amerîkayê piştgiriya xwe bo Kurdistanê ragihandin.

 

Roja sêşemê 19ê Îlona 2017an di civîna Neteweyên Yekbûyî de Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan got: “Li vir ji rêveberiya herêmî ya Kurdî a Iraqê daxwaz dikim ku destpêşxeriya ku dane destpêkirin, hilweşînin.”

 

Helwesta Erdogan û helwesta fermî ya Hikûmeta Amerîkayê di derbarê giştpirsiya Başûrê Kurdistanê de nêzîkî hev in. Lê di nav civaka Amerîkayê de li ser Kurdan nêrînên ew qas neyênî tine ne.

 

Li Amerîkayê kesên giring hene ji Senatoran heta Şêwirmendên giring, hetanî hin Hakimên (waliyên) eyaletan jî, piştgiriyeke mezin didin ji bo mafên Kurdan.

 

Roja sêşemê, di wê demê de ku Erdogan li Neteweyên Yekbûyî diaxivî, li Hotêla Roosevelt ku çend cade ji avahiya Neteweyên Yekbûyî dûr e, çalakiyeke din hebû ku têde gelek kesayetên giring piştgirî didan giştpirsiyê.

 

Serokê Peymangeha Cihûyan bo Asayişa Niştimaniya Amerîkayê Michael Makovsky diyar kir: “Li gor min dewleta serbixwe ya Kurdistanê gelek giring e û ji bo Amerîkayê sûdeke wê ya stratejîk heye bo rûbirûbûna bandora Îranê.”

 

Hakimê Eyaleta New Jersey Chris Christie ku sala par yek ji namzedên serokatiyê bû, ji Rûdawê re ragihand: “Divê Amerîka piştgirî bide mafê diyarkirina çarenûsa hemû gelan û bi taybetî jî piştgirî bide Kurdan ku şayesteyî rêz û hevkariyê ne û her dem piştgiriya me bo wan hebû.”

 

Senator Mark Kerr jî diyar kir: “Ev referandum ku rû dide, divê em piştgiriya dengdana demokrasiyane ya gelê Kurd bikin, bêyî ku guh bidin ka Iraq çi dibêje, bêyî ku guh bidin Tirkiye çi dibêje, bi taybetî jî bêyî ku guh bidin Îran çi dibêje.”

 

Berfirehbûna piştgiriya Kurdistanê li nav bazneya nefermî û nîvfermî ya civaka Amerîkayê guhertineke nû ye û dibe ku li ser helwesta fermî ya rêveberiya Trump, eger Kurdistan serxwebûna xwe ragihîne bi awayekî erênî zext û fişarek bike û bibe bandor. 

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Malabadéya Silivan | 2017-10-19 5:32:52 PM
Herkes dizane ew ciye wéderé ti$tek núh níne.. Ka béje hún ci dikin jibuy Kurda? Hún weki meymuné " Ez nabínim, ez ti$tek nakim u ez nabizim" dikin.....
CIA: Em agahdar bûne Qasim Silêmanî  çûye Kerkûkê
| 13 demjimêr berê | (1)
Ka | 2017-10-19 3:51:40 PM
Ka serbazîyeke Kurda yekgirtî li kêderê ye ku vî miletê Kurd biparêze.Ka pêshmerge?!,Ka HPG,?!Ka YPG/YPJ ?! Guhê xwe vêcarê bidin merivek hejar û...
Heşda Şeibî li Xurmato 15 kurd şehîd kirin
| 16 demjimêr berê | (1)
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-10-18 10:32:05 AM
Camêrê Kosret Resûl Erkê xwe bi cîh anî û merdane li ser Postê xwe li Sengerê Şerî ma...lê Bavil Talibanî û Hêro-Xanê Xîyanetek bêhemta li Kurd, li...
Kosret Resûl: Navê çend kêmfamên YNKê dê bikeve nav rûpelên reş ên dîrokê
| Duh vî demî 02:39 | (1)
naw | 2017-10-18 10:18:39 AM
hukumate kurdistan bela bibine, medyayi tirk jibo peşmerge u hukumeta kurd çı dibejin. buxunin meze bıkın.
ROJEVA TIRKIYE – Kurd û Iraq piştî Kerkûkê vegeriyan ser hesabê berê
| Duh vî demî 10:25 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Erebên sunnî yên Iraqê jî daxwaza referandûmê dikin 7-10-2017 |

Erebên sunnî yên Iraqê jî daxwaza referandûmê dikin

Ji bo herêmeke xweser lîjne ava dikin Zêdetir
0.484 seconds