Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Cîhan

2 zarokên çekdarê DAIŞê piştî 4 salan bi dayika xwe şa bûn

Ji aliyê RÛDAW 21-1-2019
Rêveberiya Xweser 2 zarok vegerand welatê wan

Hewlêr (Rûdaw) - Bi rêya yasanasekî Brîtanî 2 zarokê çekdarekî DAIŞê ji Qamişlo hatin derxistin û biryar e ew her dû zarok bo Komara Trinidad Tobago ya li Amerîkaya Latîn bêne şandin.

 

Cîgirê Serokê Desteya Têkiliyên Derve li Bakur û Rojhelatê Sûriyê Fener Kiêt, bang li welatên cîhanê kir ku li welatiyên xwe yên ku tevlî DAIŞê bûne û niha li ba HSD girtîne, xwedî derkevin.

 

Endamekî DAIŞê ji welatê Komara Trinidad a bi ser Amerîka Başûr ve, bi destê van herdu zarokên xwe digire û berê xwe didin Sûriyê û li bajarê Reqayê tev zarokên din ên wê rêxistinê, wan fêrî bikaranîna çekan dike.

 

Eyob Ferîra yê 8 salî û Mehmud Ferîra yê 13 salî bi destê şervanên HSD li navçeyên Dêrazorê rizgar dibin, û yekem car piştî 4 salan dayika xwe Filisya Birkinz dibînin.

 

Merasîma radestkriina wan zarokan bi serpereştiya Komîteya Têkiliyên Derve ya Rêvebeiya Bakur û Rojhelatê Sûriyê birêve çû, ku wê jî peywendî bi çalakvanê mafê mirovan Klayf Staford Smis re kir, û di konfiranseke rojnamevnî de, cîgirê serokê desteya têkiliyên derve, bang li welatên cîhanê kir ku li welatiyên xwe yên ku tevlî DAIŞê bûne û niha li ba HSD girtîne, xwedî derkevin.

 

Cîgirê Serokê Desteya Têkiliyên Derve li Bakur û Rojhelatê Sûriyê Fener Kiêt wiha got: “Li ser mijara radestkirina herdu zarokan bo dayika wan, em pêşwaziyê li birêz Klayf Staford Smis dikin û dosya wî ya mirovane û merasîma radestkirinê bi beşdariya daiykan wan birêve diçe. Em gelek spasiya wî dikin careke din, em dixwazin ev name ji hemû dewletên cîhanê re be, da bilez bi karên xwe yên mirovane rabin, û li welatiyên xwe xwedî derkevin. Ji ber rewşa me li Bakur û Rojhilatî Sûriyê zehmet dibe, em dorpêçkirîne û ti derfet di destê me de nîne, Tirkiyê gefan şev û roj bi ser deverên me yên aram de dixwe, ji ber wê, em hêvîdarin ji birêz Klayf û şanda wî, nameya me bidin wan dewletan, da ku ev karê mirovane bilez pêk were bi tayabt radestkirina jin û zarokan.”

 

Ji aliyên din ve  çalakvanê mafê mirovan û parêzer Klayf Staford Smis destxweşiya her aliyekî kir ku xelkê ji destê DAIŞê rizgar dikin û ragihand ku divê ev karê mirovane berdewam be.

 

Klayf Staford Smis wiha got: “Ez bi tenê bi erkê xwe rabûme, ez kesekî ne giringim. Ez gelekî kêfxweşim bi wergirtina van herdû zarokan û bi asta mirovatiyê li vê deverê.”

 

Bavê van herdu zarokan Obay Ferîra li bajarê Reqayê hatiye kuştin, û dê ev zarok tev dayika xwe, vegerin welatê xwe. Heta niha bi dehan çekdar bi heman merasîmê vegeriyane welatên xwe, ya herî dawî, hejmarek welatiyên Rûsî, Sudanî û Kazaxistanî bûn, lê li gorî daxuyaniya Hevserokê têkiliyên Derve Ebdulkerîm Omer ku beriya niha gotibû, bi sedan malbat û bi hezaaran jin û zarokên DAIŞê li ba wan girtîne û tevî derbasbûna salan bi ser girtina wan de, welatiyên wan xwedî li wan derneketine.

 

Li gor raportên navdewletî hejmara çekdarên biyanî yên di nav DAIŞê de gihiştine hezaran çekdar û niha piştî têkçûna DAIŞê û kontrolkirina piraniya deverên ku di bin destê rêxistinê de bûn, li Sûriyê hejmareke mezin ji malbatên wan çekdaran li cem Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) girtî ne.

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Alan Kerkûkî | 2019-02-11 9:28:12 AM
A qenc ew e ku hukumeta Kurdistanê bi Turkmenîstanê ra peymanek mubadelekirina turkmanên Başûrê Kurdistê û kurdên Turmenîstanê îmze bike, da ku her...
Eniya Tirkmenî li dijî vegera Pêşmerge bo Kerkûkê derket
| 11-2-2019 | (1)
Cemal | 2019-02-10 9:12:29 PM
Kurd çıma Navîn yek millet?binêrin TURK çava dıbın yek deng. Em tu caran weha nabînin. Êdî Besê. Sîyasetmedarên Kurdan milletê Kurd hak nake. Dîsa...
Mirza Akar | 2019-02-11 6:19:34 AM
Li Wanê tu namzetê Tifaqa netewî Åu demokrat tune ye. Bajarên ku namzetên Tifaqa Netewî û demokrat hene: Amed, MÅerdÅin, Mûs û Batmanìn.
Du partiyên Kurdî bi awayekê serbixwe tevlî hilbijartinê dibin
| 10-2-2019 | (2)
Kurdistan | 2019-02-10 12:15:59 AM
ka Tirk hevalên Kurdan û Kurdistanê bûn?!
Derbarê PAK,  PDK-T û  PSKê de doza girtinê hat vekirin
| 9-2-2019 | (1)
Brahim Xelîl | 2019-02-09 8:38:47 PM
Keko wele em hemû dizanin, rewşa me, zimanê me, çanda me roj bi roj ber bi tunebûne ve diçe. Hawar û gazin êdî bêfeyde ye. Di vî warî de em kurd...
Zimanê nebû zimanê zarokên me
| 7-2-2019 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Îlham Ehmed: Em dewleteke yek partî qebûl nakin 24-1-2019 |

Îlham Ehmed: Em dewleteke yek partî qebûl nakin

Hevseroka Enccûmena Cîbicîkar a MSDê dibêje, divê Zêdetir
0.437 seconds