Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Cîhan

Barzanî û Hollande cara çaremîn dicivin

Ji aliyê RÛDAW 21-2-2017
Rûdaw
Rûdaw

Parîs (Rûdaw) – Biryar e îro Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Parîsê ligel Serokê Fransayê Françoîs Hollande bicive. Di nav 3 salan de ev cara 4emîn e ku herdu serok komdibin.

 

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dê îro li gorî demjimêra Ewropayê 16:15ê ji aliyê Serokê Fransayê Françoîs Hollande ve bê pêşwazîkirin. Tê payîn, ku di hevdîtina îro de rewşa dawîn a operasyona Mûsilê û geşedanên li Iraqê bên nirxandin.  

 

Roja 16ê Sibatê Serok Barzanî ligel şandekî siyasî û serbazî ji bo beşdarbûna 53emîn Konferansa Ewlekariya Cîhanî çû Munchena Almanyayê. Piştî konferansê Serok Barzanî derbasî Fransayê bû.

 

Piştî êrîşên DAIŞê yên li ser Başûrê Kurdistanê, di Îlona 2014ê de Serokê Fransayê Françoîs Hollande weke yekemîn serokê welatekî serdana Hewlêrê kir û ligel Serok Barzanî civiya, bi vî awayî piştgiriya xwe ya li hember şerê DAIŞê nîşanda.

 

Di Sibata sala 2015ê de vê carê Serok Barzanî serdana Fransayê kir û ligel Hollande civiya.

 

Cara duyemîn jî roja 2ê Çileya 2017ê de Hollande di yekemîn serdana xwe ya sala nû de serdana Herêma Kurdistanê kir û bi protokolekî taybet ji aliyê Mesûd Barzanî ve hate pêşwazîkirin.

 

Fransa endamê Yekîtiya Ewropayê ye û yek ji 5 endamên dayîmî yê Civata Ewlekariya Navdewletî ye. Di nav hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê de xwedan bandor e û di vê çarçoveyê de alîkariyê dide Hêzên Pêşmerge.

 

Pêwendiyên dîrokî di navbera Fransa û Herêma Kurdistanê de hene. Di derxistina biryara jimare 688 a Civata Ewlekariya Navdewletî ya sala 1991ê de, ku bi armanca avakirina herêmeke dijî firînê û parastina Başûrê Kurdistanê hatibû wergirtin, rêveberiya Parîsê rolekî berçav lîstibû.

 

Di şerê li dijî DAIŞê de Fransa alîkariyê dide Hêzên Pêşmerge. Zêdetirî 20 firokeên Fransayê di çarçoveya hevpeymaniyê de li Sûriye û Iraqê çeperên DAIŞê bombebaran dikin. 

Şîrove

 
Kurdo | 21-2-2017
Serokê Kurdistanê di Qesra Ellêdizê de,digel Serokê Firansa Oland re,li ser navê Kurdistanê dicive.Her wusa Anqere ê Tehran bi Ala Kurdistanê,cenabê Barzanî deewet dikin û li Suleymanîyê,Gorran û ne Gorran dibîjin,Barzanî ne Seroke!!Eceba Firansa mezine yaxud koma Gorran mezine?

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

kardox | 2017-07-21 7:06:20 PM
Mala hewe her u her ava u dest u çavên te xweş u xame êt we rengîn terter u bi birşt terter bit kako ê hêja, keke besam, karên ve a bi rumet tişkên...
Besam Mistefa | 2017-07-25 10:24:12 AM
Gelek spas û rêzgirtin kekê hêja Kardox...
Cegerxwîn helbestên xwe yên Xweşxwanê jî bi hizra welatperwerî nivîsandiye
| 20-7-2017 | (2)
Kurdo | 2017-07-22 11:37:47 AM
Name û navroka xwe,hatî tertîb kirin ku Gorran îdî kare Dozek mezin birêve bibet.Lê bi rastî ne wisa ye,kiryarên Gorranê û ji cihê jê hatî dîyare ku...
Nameyekî Newşîrwan Mistefa ya li ser hilbijartina serokê nû hate belavkirin
| 22-7-2017 | (1)
lolozano | 2017-07-22 3:30:58 AM
Ronakbîrê Hêja!Ako!Dewleta Swêdê an Memleketa xwe,sîyaseteka teybetî bi rêve diçe!Di demên Cengên her du Cîhanê de,nebû terefdarê Dewletên ...
Hikûmeta Swêdê li dijî raya milletan e
| 19-7-2017 | (1)
Kurdo | 2017-07-21 7:15:49 PM
Kî îdayên .Nurî Makîkî bixwene,yê bêje Barzanî li ser heqîyê ye. Çinkê çi hêvî bi Bexdadê namîne ku Kurd bawerîyê bi Bexdadê bikin. Nurî Malîkî,Kesê...
Nûrî Malîkî: Kurdistan nabe dewleteke serbixwe
| 21-7-2017 | (1)
0.609 seconds