Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Cîhan

Di konferansa cîhanî de jenosîda Enfal, Helebce û Şingalê bû rojev

Ji aliyê Zinar Şîno 21-4-2017
B3udapeşt

Bûdapeşt (Rûdaw) – Di roja duyemîn a konferansa cîhanî ya jenosîdan a li Bûdapêştê de jenosîda li hember gelê kurd bû rojev. Bi taybetî jenosîda Enfal, Helebce û Şingalê ya li Başûrê Kurdistanê hate gotûbêjkirin. Beşdarên konferansê balkişandine ser wê yekê, ku komkujiyên herî mezin ên cîhanê li Iraqê çêbûne.

 

Li paytexta Hungarya Bûdapeşteyê Konferansa Cîhanî ya Jenosîdan birêve çû. Ji Enfalê heta Helebce û komkojiya DAIŞê ya liser kurdên êzidî li Şingalê, gerimtirîn mijarên roja duyemîn a konferansê bûn.

 

Serokê Zanîngeha Navdewletî ya Hewlêrê Dr. Mihemed Îhsan yek ji wan kesên bi ezmûn e, ku derbarê mijara komkujiyên kurdan de lêgerîn û lêkolîn kirine. Îhsan dibêje, di sedsala 20ê de herî zêde li Iraqê komkujî hatine kirin.  

 

Dr. Mihemed Îhsan di gorata xwe ya konferansê de got; “Piştî ku di sala 1979ê de Saddam Hisên desthilat girt, Iraq bi arasteyekê cuda hate birêvebirin. Eger mirov bêje sedsala 20an sedsala jenosîdan e, herî zêde komkujî li Iraq û Rojhilata Navîn hatine kirin.”

 

Çalakvana kurda êzidî Firmêsk Dawud Heso, ku di heman demê de akademîsyene û ji bo dubarenebûna komkujiyên li dijî êzidiyan kar dike, pêşniyaz dike li dijî hizra DAIŞê tekoşîn bê kirin û ji bo hevbawerên xwe jî parastina navdewletî dike.

 

Firmêsk Dawûd Heso ji Rûdawê re got; “Birastî divêya civaka navdewletî êrîşa li dijî kurdên êzidî ya li Şingalê weke jenosîd, ferman nasbikira. Herwiha ji bo êzidî û civakên weke wan ên xwedan baweriyên cuda, li ser axa bavûkalên xwe ji aliyê hêzên navdewletî ve werin parastin.”

 

Mamostayê Zanîngeha Helebceyê Aware Hesen yek ji wan beşdarên konferansê bû. Ew ji Helebceya sembola jenosîd û komkojiyên li dijî kurdan hatiye.

 

Aware Hesen mamostayê zanîngehê ye û derbarê komkujî û jenosîdan de xwedan ezmûn e û dibêje; “Me di hemû zanîngehên Helebceyê de, di beşa yasayî de mijara janosîda li dijî kurdan weke waneyekê bicîh kiriye. Di beşa dîrokê de jî ev wane heye. Ev pêngaveke giring e û xwendekar û nifşên nû wê jenosîda li ser gelê xwe nas dikin û dizanin.”

 

Digel kurdan û di perawêza konferansê de, ezmûna nasandina jenosîda li ser ermenan û lêkolînên zanisitî yên wê qonaxa dîrokî jî di konferansê de hatine gotûbêjkirin.

 


Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

osman10 | 2017-08-12 9:06:14 PM
Dem baş ji bo kesên li Amûdê. Nûşe nûşe 💓
Havîngeha Amûdê bûye cihê kêfxweşiya welatiyên Rojava
| 12-8-2017 | (1)
Rastgo | 2017-08-11 4:39:02 PM
Komelgeha serxwebûna xwe dabîn neke, nikare geshbûna xwe destbixe.Tenya dewletbûn dikare rêya geshbûna komelgehî û hemû pêkhatên Kurdistanî...
Baran B | 2017-08-12 6:11:31 PM
Gelê Kurd u damodezga û desthelata kurd bo pirsa giştpirsîyê nabe guhê xwe bidet şîretên çi welatan,çi hêzan çi kesan û nek her guhê xwe nedene...
Tillerson daxwaza paşxistina referandumê kir, Barzanî razî nebû!
| 11-8-2017 | (3)
Bernas | 2017-08-12 5:02:24 PM
Bona helweste xwe ye "nayenî" li beheneyan digerin. Gorbaçow got. " Kî dereng me, dîrok wî efû nake". Hevalbendên neyarê Kurd yê bi navî Malîkî xwe...
Goran daxwaz dike ku giştpirsî were paşxistin
| 12-8-2017 | (1)
lolozano | 2017-08-12 4:35:34 PM
Li gorî,daxweza Tevgera Gorranê,Herêm di rewşeka aloz de derbaz dibet.Merema min Doza ku qedera Miletê Kurd li xwe digre,Gorran bi Nanê jîyaneka xweş...
Tevgera Goran biryar da li gel PDKê bicive
| 12-8-2017 | (1)
0.5 seconds