Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Cîhan

DAIŞê berpirsiyariya êrîşa Parîsê lixwe girt

Ji aliyê RÛDAW 21-4-2017
Rûdaw
Rûdaw

Navenda Nûçeyan – Rêxistina DAIŞê êrîşa li paytexta Fransayê Parîsê lixwe girt ku di encamê de 2 polîs hatibûn kuştin.

  

DAIŞê li ser torên civakî berpirsyariya êrîşa duh bi şev a li Parîsê lixwe girt û ragihand ku navê kesê êrîşkar Ebû Yûsif Belcîkî bûye û endamê rêxistina wan bûye.

 

Duh demjimêr 09.00ê şev 2 kesên çekdar li cadeya Champs Elysee ya Parîzê teqe li polîsan kirin û di encamê de 2 polîs hatine kuştin û 2 kes jî birîndar bûn.

 

Herwiha Polîsê Fransa da xuyakirin, ku polîsan bersiva teqeya kesên çekdar dane û di encamê de êrişkarek hatiye kuştin.

 

Êrişkarê ku hatiye kuştin, bi çeka Klaşînkof teqe kiriye û heta niha nasnameya wî nehatiye zanîn.

 

Ev êrîşa li Parîsê di demekê de ye ku dê roja Yekşemê, ango 23ê Nîsanê hilbijartinên serokomariya Fransayê birêve biçin. Ji ber wê êrîşa duh, her 11 berbijêrên serokomariyê jî bangeşeyên xwe yên ji bo hilbijartinan rawestandin.

 

Li Fransayê di heyama 2 salên bihorî de, zêdetirî 230 kes di êrişên terorîstî de hatine kuştin.

 

Fransa ji sala 2015ê û pê ve di rewşeke taybet re derbas dibe û li wî welatî rewşa awarte hatiye ragihandin.

Nîşankirin : DAIŞ, Fransa, Êrîş
723 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

gt | 2017-11-20 4:25:25 PM
mezi surete vi fasisti bike, her tist beliye ci dixwaze. dibe pesmermerge xwe hilsinin ne pesmergeye ynk ne ji pesmergeye pdk , pesmerge bibe atesa...
Ebadî li ser biryara Dadgeha Federal daxuyanî da
| 20-11-2017 | (1)
ku | 2017-11-20 4:04:12 PM
Ebadi fasiste ,digot ci digot smale irake ,yani bakure irake ,ke wa digot sedam . Dibe hemu xort u ciwanen u kece kurd raben ser xwe ceke hilden wan...
Kurdistanê bang li cîhanê kir: Demildest bikevin tevgerê
| 20-11-2017 | (1)
lolozano | 2017-11-20 11:01:53 AM
Hêjmara xayînên Kurd bi behana ku ne dema Serxwebûna Kurdistanê ye ji hêjmara Dagîrkerên Kurdistanê,bi Fermanê Dadgeha Îraqê,li dijî Giştpirsîya...
Dadgeha Federal a Iraqê li ser referandumê biryar da
| 20-11-2017 | (1)
Kurdo | 2017-11-20 6:29:22 AM
Bexdad û Heşda xwe ya mezhebî,li ser Hêza Kurdistanê,ji Şengalê û ji Zemarê, venakşîne, Bexdad,Turkyê dixapîne.Rêya li dijî,Herêmê bi hevkarîya...
Heşda Şeibî hêzên xwe vedikişe
| 19-11-2017 | (1)
0.484 seconds