Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Bi wêneyan Rojgîran li Amerîkayê

Ji aliyê Rûdaw 21-8-2017
2411 hatiye dîtin

AFP – Rûdaw

 

Îro duşembî 21ê Tebaxa 2017ê li Amerîkayê diyardeya rojgîranê rû da.

 

Ji wîleyeta Oregonê heta wîlayeta Carolinaya Başûr, bi milyonan kesan diyardeya “Eclipse2017” anku rojgirtinê dît. Li ser rûberê 113 kilometreyan, di nava rojê de, bi qasî qulekek û nîvê, tarî kete erdê.

 

Wîlayetên Idaho Falls, Idaho; Casper, Wyoming; Grand Island & Lincoln, Nebraska; Kansas City, Kansas; St Louis, Missouri; Bowling Green, Kentucky; Nashville, Tennessee; Greenville ve Charleston, Carolinaya Başûr nava rojê tarî bû.

 

Ji bo şopandina vê diyardeyê 2 firokeyên jet hatine dabînkirin. Herwiha zanyar jî li cihên giring çavdêriya diyardeyê kirin.

 

Keştiya esmanî ya DSCOVR jî ji heyvê çavdêriya rojgirtinê kir.

 

NASAyê jî bi 50 balonan ev diyarde şopand.

 

Siya rojê di çirkeyekê de 2.129 heta 3.600 kîlometre bi lez bû. Beriya 99 salan Amerîkayê careke din diyardeya rojgirtinê dîtibû. Amerîkayî dê di 12ê Tebaxa 2045ê de dubare vê diyardeyê bibînin.

 

0.625 seconds