Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Derve yê Brîtanya piştgirî da êrişa Tirkiyê ya bo ser Efrînê û ragihand, mafê Tirkiyê ye ku bixwaze ewlehiya sînorên xwe biparêz e.
Di yekemîn berteka Brîtanya ya li hember êrişa Tirkiyê bo ser herêma Efrînê de, wezîrê derve yê wî welatî Borsi Johnson li ser hesaba xwe ya Twiterê ragihand, ew ji nêzîk ve rewşa li Efrînê dişopînin.
Boris Johnson herwiha got, Tirkiyê mafdar e ku bixwaze ewlehiya sînorên xwe biparêze.
Johnson herwiha amaje bi siyaseta welatê xwe ya derbarê Sûriyê de kiriye û ragihandiye, ku armanca wan kêmkirina tundûtîjiyan li Sûriyê û bidesxistina proseyeke siyasî li Sûriyê ye ku encama wê bidawîkirina rejîma serokê niha yê Sûriyê Beşar Esed be.
Johnson di vê peyama twitterî de wiha nivîsand:
“Em geşedanên li Efrînê ji nêzîk ve dişopînin. Tirkiyê mafdar e ku bixwaze ewlehiya sînorên xwe biparêze. Me armanceke hevbeş ji bo kêmkirina tundûtîjiyê û fokusa zêdetir li ser giringtirîn erkê xwe heye; ev jî proseyeke siyasî li Sûriyê ku ber bi bidawîkirina rejîma Esed ve biçe.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse