Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Cîhan

Ji Sekreterê Neteweyên Yekbûyî daxuyaniya Efrîn û pirsa Kurd

Ji aliyê RÛDAW 22-6-2018
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres li Moskowê di panela Kluba Vldayî de axivî

Hewler (Rûdaw) – Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres de ragihand ku berî çend salan dema li rêxistina Neteweyên Yekbûyî erkdar bû, hewl daye ligel hikûmeta Sûriyê pirsa Kurd çareser bike.

 

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres li Moskowê di panela Kluba Vldayî de axivî û got: “Çend sal berî niha dema li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî postekî min ê din hebû, wê demê min hewl da ligel rêveberiya Sûriyê pirsa Kurdî çareser bikim.”

 

Guterres herwiha diyar kir, ku di çarçoveya Iraqê de jî wî destpêşxerî kir ku di navbera Hewlêr û Bexdayê de nîzîkbûnek çêbibe û got: “Min hewl da Iraqeke yekgirtî hebe ku tê de berjewendiyên Kurdan parastî bin. Ez her tim xembarê pirsa gelê Kurd bûm.”

 

Derbarê Efrînê de Antonio Guterres diyar kir: “Tişta peywendî bi Efrînê ve heye, di wê mijarê de pêbendbûneke rêxistinên me hebû û me karî alîkariya mirovî bighînin wan, bi taybetî jî me alîkarî gihand bajarê Til Refetê. Herçiqas piştgiriyeke sînordar derbarê rewşa Efrînê de hebûbe jî em pêbendê wê yekê ne ku alîkariyê bighînin wan deveran ên ku pêdiviya wan pê hebe. Ji ber hûn jî dizanin li wê herêmê rewş hinekî sînordar e, lê tişta ji destê me tê em dikin, lê dîsan jî derbarê rewşa herêmê de em dilgiran in.”

 

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve
1401 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

dilan | 2018-07-12 11:22:06 AM
dast xosh Ala xan..har bji rudaw
evrehim | 2018-07-12 1:18:35 PM
"Trump ji Rûdawê re axivî" êdî bes e ev serenavên we yên bi vî awayî. Trump di civîna medyayî de axiviye, ne taybet bo rudawê. Di medyakariyê de nabe...
Trump ji Rûdawê re axivî: Waşington li gel aliyên serkevtî diaxive
| 12-7-2018 | (2)
Mûhammed | 2018-07-11 9:46:51 AM
madem wisa ye çima heremê kurdistan tişteki nake wan dagirkeran daristan tar û mar dikin lê heremê kurdistan dengê xwe dernaxe, pêwiste ku seroke...
KARESAT – Milyonek û 31 hezar donim daristanên Kurdistanê şewitîn
| 11-7-2018 | (1)
WARVİN | 2018-07-10 9:44:44 AM
EW NE CHEKDAR IN LE EW TERORIST IN
EFRÎN – Çekdaran îşkence li kalemêrekî 80 salî kirin
| 10-7-2018 | (1)
Semal | 2018-07-04 5:43:10 PM
Bi Erdogran re hevatîl nabe û bi rêbertîya Tirkiyê jî têkliyê hevgirtî nabin. Gerek ve rastî birêz Barzanî bibînê. Bi gotinên wekî PKK sucdarê û ji...
XOCE | 2018-07-09 9:13:26 AM
Kurd êdî sîyasetê bira bikin. Kes li İsrailê hez nake İsrail jî ji kesî hez nake lê bi herkesî ra diyalogê çêdike.Bira kurd jî mîna İsrailê bi...
Barzanî: Di demekî guncaw de serdana Enqerê dikim
| 4-7-2018 | (2)
0.312 seconds