Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Cîhan

Civata Ewlekariya Navdewletî: Giştpirsiya Kurdistanê me nîgeran dike

Ji aliyê RÛDAW 22-9-2017
Civîna Civata Ewlekariya Navdewletî
Civîna Civata Ewlekariya Navdewletî

New York (Rûdaw) – Civata Ewlekariya Navdewletî derbarê giştpirsiya Başûrê Kurdistanê de daxuyaniyek belav kir û ragihand: “Em nîgeranin, ku giştpirsî bibe sedema aloziyê û bandorên wê yên nerînî çêbibin.”

 

Di daxuyaniya Civata Ewlekariya Navdewletî de hatiye gotin: “Em ji plana yekalî ya hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ji bo encamdana giştpirsiyê nîgeranin.”

 

Civata Ewlekariya Navdewletî diyar dike: “Civata Ewlekariyê têbiniya wê yekê kiriye, ku ev giştpirsî di demekê de tê kirin, ku li dijî DAIŞê operasyon berdewam dibin û kurd di van operasyonan de roleke sereke dilîzin. Dibe ev giştpirsî bandorê li hewldanên dabînkirina asayîş û ewlekariya navçeyan bike û herwiha bandorê li ser vegera zêdetirî 3 milyon koçberên Iraqê bike.”

 

Di beşekê din ê daxuyaniyê de tê gotin: “Endamên Civata Ewlekariya Navdewletî rêzê ji yekparçebûna xaka Iraqê re digrin û daxwaz dikin, ku hemû pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de li gorî destûra Iraqê, bi guftûgoyên çêker û li ser hîmê li hev fêmkirinê, bi piştgiriya civaka navdewletî werin çareserkirin.”

 

Di dawiya daxuyaniyê de hatiye gotin: “Endamên Civata Ewlekariya Navdewletî bi tevahî, piştgiriyê didin hewldanên Neteweyên Yekbûyî ji bo berddewamkirina guftûgoyên di navbera aliyên Iraqî.

 

 

Şîrove

 
Kurdu | 22-9-2017
Li gorî vê daxûyanîyê,ya Dezgeha Cîhanî herî bilind,rastîya Doza Kurd hîna nehatî nas kirin ku mîna Dozek biçûk tê hêjmartin.Nek ku Doza miletekî mezin û qedîm bi Planên mezin hatî perçiqandin. Evejî, kêmasîya ku Lobîyekî Kurd,xebata xwe an va kara,ne kirîye.
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-10-16 9:49:02 PM
Bi Xwedê ez nizanim çi bibêjim! Divê Pavel Talibanî û Hero-Xanê li Kerkukê li pêş Çavê Cemawirê li Sêdarê bidin! Ez ta niha jî bawer nakim çi bi Serê...
lolozano | 2017-10-17 11:35:00 AM
Li dema Serokê Herêma Kurdistanê mizgînî da Miletê xwe yê Kurd gazî kir dot,dengên xwe,vê carê ji bo serxwebûna Kurdistanê bidin qedera xwe,bi...
Rêkeftina di navbera Pavel Talebanî û Hadî Amîrî de eşkere bû
| 19 demjimêr berê | (2)
Ali As | 2017-10-17 9:45:43 AM
Bijî xelkê êzîdî
Sererkanê berî yê Iraqê: Barzanî got bila Şingalî biryara xwe bidin
| 7 demjimêr berê | (1)
sercan | 2017-10-17 8:32:17 AM
We her derê wala kirîye û h^z^n peşmerge paşve keşaye bila BaşîkÊ jî wala bikin ku hêzên tirk û Iraqê bi hev re şer bikin.. Hezar caran mixabin ku...
Pêşmerge ji Başîkê venekişiyaye
| 8 demjimêr berê | (1)
xebat | 2017-10-17 8:30:29 AM
Birevin bave min birevin û dema qamerayeki bibinin pesna bidin xwe...xwade belaxwe bide neyar û xain û tirsoneka, we dilemin kurden welatparez und...
ŞINGAL - Pêşmergeyên êzidî û Heşda Şeibî lihev kirin
| 9 demjimêr berê | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Erebên sunnî yên Iraqê jî daxwaza referandûmê dikin 7-10-2017 |

Erebên sunnî yên Iraqê jî daxwaza referandûmê dikin

Ji bo herêmeke xweser lîjne ava dikin Zêdetir
1.344 seconds