Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Cîhan

Trump û Erdogan li dijî giştpirsiya Kurdistanê derketin

Ji aliyê RÛDAW 22-9-2017
Civîna Erdogan û Trump
Civîna Erdogan û Trump

New York (Rûdaw) – Piştî civîna Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, bi daxuyaniyeke hevbeş hate gotin, ku herdu alî li dijî encamdana giştpirsiyê ne li Başûrê Kurdistanê.

 

Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li New Yorkê civiyan. Yek ji mijara sereke ya hevdîtina Turmp û Erdogan, giştpirsiya serxwebûna Başûrê Kurdistanê bû.

 

Piştî hevdîtinê bi daxuyaniyeke hevbeş hate ragihandin, ku herdu serok jî li dijî giştpirsiya Herêma Kurdistanê ya 25ê Îlonê ne û amaje bi wê yekê jî kirin, ku pêngavên bi vî awayî dê derencamên cidî derbixin holê.

 

Li gorî daxuyaniyê, di hevdîtinê de Erdogan ji Trumop re gotiye: “Şert û merc guncaw in, ku êdî li gel Amerîkayê li ser pêwendiyên du alî, pêşhatên herêmê û pirsgirêkên cîhanî biaxivin.”

 

Serokê Amerîkayê jî balkişandiye ser dostaniya di navbera Amerîka û Tirkiyê de û diyar kiriye, ku herdu welat ji hemû deman zêdetir nêzîkî hev in.

 

Civîna Erdogan û Trump 50 xulekan ajot. Li gorî daxuyaniya Serokomariya Tirkiyê jî di civînê de herdu alî tekezî li ser pêşxistijna pêwendiyên du alî û pêngavên hevbeş ên ji bo çareserkirina pirsgirêkên herêmî û rûbirûbûna terorê, kirine.

 

1221 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

dilan | 2018-07-12 11:22:06 AM
dast xosh Ala xan..har bji rudaw
evrehim | 2018-07-12 1:18:35 PM
"Trump ji Rûdawê re axivî" êdî bes e ev serenavên we yên bi vî awayî. Trump di civîna medyayî de axiviye, ne taybet bo rudawê. Di medyakariyê de nabe...
Trump ji Rûdawê re axivî: Waşington li gel aliyên serkevtî diaxive
| 12-7-2018 | (2)
Mûhammed | 2018-07-11 9:46:51 AM
madem wisa ye çima heremê kurdistan tişteki nake wan dagirkeran daristan tar û mar dikin lê heremê kurdistan dengê xwe dernaxe, pêwiste ku seroke...
KARESAT – Milyonek û 31 hezar donim daristanên Kurdistanê şewitîn
| 11-7-2018 | (1)
WARVİN | 2018-07-10 9:44:44 AM
EW NE CHEKDAR IN LE EW TERORIST IN
EFRÎN – Çekdaran îşkence li kalemêrekî 80 salî kirin
| 10-7-2018 | (1)
Semal | 2018-07-04 5:43:10 PM
Bi Erdogran re hevatîl nabe û bi rêbertîya Tirkiyê jî têkliyê hevgirtî nabin. Gerek ve rastî birêz Barzanî bibînê. Bi gotinên wekî PKK sucdarê û ji...
XOCE | 2018-07-09 9:13:26 AM
Kurd êdî sîyasetê bira bikin. Kes li İsrailê hez nake İsrail jî ji kesî hez nake lê bi herkesî ra diyalogê çêdike.Bira kurd jî mîna İsrailê bi...
Barzanî: Di demekî guncaw de serdana Enqerê dikim
| 4-7-2018 | (2)
0.516 seconds