Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Cîhan

Du partiyên din ên Rûsyayê piştgirî didin serxwebûna Kurdistanê

Ji aliyê Xalid Hisên 22-9-2017
Rûsya

Moskow (Rûdaw) – Du partiyên din ên Rûsyayê piştgiriya xwe ya ji bo giştpirsiya serxwbeûna Başûrê Kurdistanê ragihandin. Serokê Partiya Lîberal Demokrat Vladîmîr Jîrînovskî, ku serokê partiya sêyemîn a mezin a mûxalefetê ye, dibêje, ew bi her awayî piştgiriyê didin serxwbeûna Kurdistanê.  

 

Serokê Partiya Lîberal Demokrat Vladîmîr Jîrînovskî ji Rûdawê re ragihand: “Em ji sedî 100 piştgiriyê didin bidestxistina serxebûna Kurdistana Iraqê dikin. 100 sal beriya niha soz dane kurdan da ku dewleteke serbixwe ava bikin lê kurd bi ser 4 welatên Îran, Tirkiye, Iraq û Suriyeyê hatine parvekirin. Çima wiha kirin, ji ber çi wiha kirin? Bi milyonan kurd hatine kuştin, herwiha ereb, tirk û fars hatine kuştin. Lê nekarîn aştiyê bînin herêmê. Îro jî kurdan di şkînandina terorê de roleke mezin lîstine, ku bêyî kurdan nedikarîn vê yekê bikin.”

 

Partiya Dadperwerî ya Rûsyayê jî ku çaremîn partiya mezin e, di wê baweriyê de ye, ku dê dewleta Kurdistanê ava bibe û kurd jî hêjayê serxwebûnê ne.

 

Serokê Partiya Dadperwerî ya Rûsyayê Sergey Moronov di vê derbarê de ji Rûdawê re ragihand: “Kurd gelekê parçekirîne û bi ser 4 dewletan ve hatine parvekirin. Lê ez piştrast im, ku emê dewleta Kurdistanê bibînin. Divê kurd bi xwe li ser çarenivîsa xwe biryarê bidin, civaka navdewletî û Civata Ewlekariya Navdewletî jî beşdarî vê pêvajoyê bibe. Min gelek caran li gel nûnerên kurdên Iraq, Tirkiye û Sûriyê hevdîtin kirine û kurd hêjayê hindê ne, ku dewleta wan hebe.”

 

Beriya niha jî Serokê Partiya Komûnîst a Rûsyayê, ku duyemîn partiya mezin a vî welatî ye, giştpirsiya Başûrê Kurdistanê weke mafekî yasayî ya gelê kurd pênase kiribû.

 

Hevdem, Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov jî di hevpeyvîneke taybetî de ji Rûdawê re ragihandibû, ku ew giştpirsiyê weke daxwaza gelê kurd dibînin û diyar kir, ku wan divê mafên gelê kurd di çarçoveya yasayên navdewletî de werin dabînkirin.

 

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve
587 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Malabadéya Silivan | 2017-10-19 5:32:52 PM
Herkes dizane ew ciye wéderé ti$tek núh níne.. Ka béje hún ci dikin jibuy Kurda? Hún weki meymuné " Ez nabínim, ez ti$tek nakim u ez nabizim" dikin.....
CIA: Em agahdar bûne Qasim Silêmanî  çûye Kerkûkê
| Duh vî demî 06:52 | (1)
Ka | 2017-10-19 3:51:40 PM
Ka serbazîyeke Kurda yekgirtî li kêderê ye ku vî miletê Kurd biparêze.Ka pêshmerge?!,Ka HPG,?!Ka YPG/YPJ ?! Guhê xwe vêcarê bidin merivek hejar û...
Heşda Şeibî li Xurmato 15 kurd şehîd kirin
| Duh vî demî 03:36 | (1)
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-10-18 10:32:05 AM
Camêrê Kosret Resûl Erkê xwe bi cîh anî û merdane li ser Postê xwe li Sengerê Şerî ma...lê Bavil Talibanî û Hêro-Xanê Xîyanetek bêhemta li Kurd, li...
Kosret Resûl: Navê çend kêmfamên YNKê dê bikeve nav rûpelên reş ên dîrokê
| 18-10-2017 | (1)
naw | 2017-10-18 10:18:39 AM
hukumate kurdistan bela bibine, medyayi tirk jibo peşmerge u hukumeta kurd çı dibejin. buxunin meze bıkın.
ROJEVA TIRKIYE – Kurd û Iraq piştî Kerkûkê vegeriyan ser hesabê berê
| 18-10-2017 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Erebên sunnî yên Iraqê jî daxwaza referandûmê dikin 7-10-2017 |

Erebên sunnî yên Iraqê jî daxwaza referandûmê dikin

Ji bo herêmeke xweser lîjne ava dikin Zêdetir
0.141 seconds