Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Cîhan

Wezîrê Brîtanyayê: Emê li gel hikûmeta Kurdistanê biaxivin

Ji aliyê Majeed Gly 22-9-2017
New York
New York

New York (Rûdaw) – Wezîrê Karûbarên Rojhilata Navîn ê Birîtanyayê Hon Elîster li bersiva pirsyareke ya Rûdawê de li ser gefên li hember kurdan ragihand, ku ew dixwazin berpirsên Herêma Kurdistanê û hikumeta Iraqê dest bi danûstanan bikin.

 

Di avahiya Netewên Yekbûyî de li New Yorkê, Wezîrê Karûbarên Rojhilata Navîn ê Birîtanyayê Hon Elîster û Wezîrê Derve yê Iraqê Îbrahîm Ceferî konferanseke rojnamevanî lidarxistin.

 

Peyamnêrê Rûdawê pirsek arasteyê Wezîrê Karûbarên Rojhilata Navîn ê Birîtanyayê Hon Elîster  kir û wî jî bersiv da.

 

Pirsa Rûdawê: “Hejmareke zêde yê gelê kurd vê pirsa axlaqî dikin; gelo ma rast e ji ber biryara bijardeya diyarkirina siberoja xwe, êrîşî gelekî were kirin, ku ev gel di seranserê dîrokê de hatiye înkarkirin û çewisandin? Bijardeyek ku berî 100 salî ji aliyê hêzên kolonyalên din li ser wam hatiye ferzkirin, hêvîdar im helwesta Birîtanyayê ya derbarê vê yekê û nerazîbûnan bizanibim.”

 

Hon Elîster: “Qet min nebihîstiye, yan jî nebûye beşekî ji pêşniyareke hikumeta Birîtanyayê ku li ser ti cezayek yan kiryareke leşkerî biaxivin, dijayetî pir xuyaye. Em weha dibînin, divê giştpirsî neyê kirin û ligel welatên din jî li ser vê proseyê kar dikin, ku du alî be.

 

Di vê proseyê de em dê ligel berpirsên Herêma Kurdistanê û hikumeta Herêma Kurdistanê biaxivin, herweha emê ligel Hikumeta Iraqê jî biaxivin, ku çi tiştek pêwîste di navbera herdu aliyan de were kirin ji bo ku Iraq yekgirtî bimîne.

 

Em hana proseya danûstandinan didin da ku berdewam be. Pir girîng e, Herêma Kurdistanê hest pê bike ku beşeke ji Iraqê û derfeta wê yekê jî heye danûstandin li ser  pirsên demdirêj were kirin.

 

Pêwendiya vê proseyê bi wan ve heye, Birîtanaya hana wê proseyê dide, ti pêwendiya min bi tiştekî wî welatî ve tine ye.

947 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

alias | 2018-09-17 8:00:14 AM
Hemû Propaganda ne, hemû derewîne
Ebadî biryar da hêz li ser sînorê Iraq û Tirkiyê were belavkirin
| 16-9-2018 | (1)
mahmoud | 2018-09-15 6:51:54 PM
Dest xwesh Amerika dest Xwesh...
Amerîka hêzên xwe li Sûriyê xurttir dike
| 15-9-2018 | (1)
Renas | 2018-09-15 6:51:08 AM
Careseriya mesela Kurd bi ser lê a Idlibê siyasi? Hahaha.
Tirkiye: Çareseriya Idlibê bi rêya siyasetê ye
| 14-9-2018 | (1)
Ayyob | 2018-09-06 10:29:08 AM
Dest zosh!
Kurdek | 2018-09-14 6:37:55 AM
Çıma hinek dar na çikkînin..... Xuwzaya wir bı çend Kewan va nayé parastin... Gello sedema Van Kewan formalita çiye? Salé careki Van kewan ...
Li Çiyayê Agiriyê hezar kew hatin berdan
| 6-9-2018 | (2)
0.734 seconds