Ji Serokwezîrê Awûstûryayê daxuyaniya ser referandûma Kurdistanê

23-06-2017
Ala Şalî
Ala Şalî
Serokwezîrê Awûstûryayê Christian Kern
Serokwezîrê Awûstûryayê Christian Kern
Nîşan Serokwezîr Awûstûrya Christian Kern Referandûm
A+ A-

Brûksel (Rûdaw) – Serokwezîrê Awûstûryayê Christian Kern li ser pirsa Rûdawê ya derbarê referandûma Başûrê Kurdistanê de got: “Eger dema wê hat, emê nêrîna xwe ya derbarê referandûmê de bînin ziman.”

 

Di duyemîn roja lûtkeya Yekîtiya Ewropayê (YE) ya li paytexta Belçîka Brûkselê de, Serokwezîrê Awûstûryayê Christian Kern ji Rûdawê re got: “Em çalakiyên gelê kurd ên taybet di dema şerê terorê û DAIŞê de bilind dinirxînin. Kurdan di vê oxirê de keç û xortên xwe kire qurbanî. Em rêzê ji vê yekê re digrin.”

 

Derbarê pirsa ser referandûma Başûrê Kurdistanê jî Serokwezîrê Awûstûryayaê diyar kir: “Derbarê referandûmê de çend pirsên me jî hene. Eger dema wê hat, emê nêrîna xwe bînin ziman.”

 

Hêjayê gotinê ye, ku roja pênşemê 22-06-2017, li Brûkselê lûtkeya YEyê dest pê kir. Serokwezîrên welatên YE li ser mijar û pirgirêkên pêşiya yekîtiyê gotûbêj dikin.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst