Ban Ki-moon opozîsyon û rejîma Sûriyê rexne dike

24-03-2014
Cotyar Murad
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw)- Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY), Ban Ki-moon, opozîsyon û rejîma Sûriyê bi satengkirina gihandina alîkariyan bo navçeyên ku rewşa wan xirab li Sûriyê, tometbar kirin.

Di yekemîn raporta xwe de li ser cî bi cîkirina biryara Encumena Asayişa Navdewletî bi gihandina alîkariyan bo navçeyên ku rewşa wan xirab li Sûriyê, Ban Ki-moon ragihand ku heta niha cî bi cîkirina vê rastî gelek astengan hatiye.

Di vê derbarê de Ki-moon amaje kir ku niha 175 hezar kes ji aliyê hêzên rejîmê ve û 45 hezar kes ji aliyê hêzên opozîsyonê, di bin dorpêçê de ne û heta niha jî agirbest çênebûye ji bo gihandina alîkariyan bo wan hemwelatiyan.

Herwiha Sekreterê Giştê yê NY amaje kir ku niha 9 milyon û 500 hezar kes li Sûriyê hene ku pêdiviya wan bi alîkariyên mirovî hene, di demekê de ku 2 milyon û 600 hezra kes ji ber şerê ji Sûriyê reviyane.

Ban Ki-moon di raporta xwe de amaje kiriye ku gelek caran ew daxwaz ji hikûmeta Sûriyê dikin ku rezamendiya xwe bide li ser gihandina alîkariyan bo navçeyên ku rewşa wan xirab, lê hikûmet bersiva wan nade.

Herwiha Ban Ki-moon balkişand li ser şer û pevçûnîn di navbera grûpê ser bi Artêşa Azad a Sûriyê û rêxistina radîkal a bi navê Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAÎŞ) û got ku ew şer û pevçûn proseya gihandina alîkariyan gelek asteng dike.

Di çarçoveya raporta xwe de Sekreterê Giştî yê NY Ban Ki-moon wiha daye zanîn “Niha 3 milyon û 500 hezar kes li navçeyên ku vrewşa xirab de dijîn ku pêdiviya wan bi alîkariya heye.”

Roja 22ê Sibatê, Encumena Asayişa Navdewletî biryara vekirina derfetê bo gihandina alîkariyên mirovî li navçeyên dorpêç kirî pesend kiribû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst