Waşington (Rûdaw) - Wezareta Derve ya Amerîkayê re ragihand: “Rewşa Efrînê em nîgern kirine.”
Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Heather Nauert di bersiva pirsa Tora Medyayî ya Rûdawê ya li ser rewşa Efrînê de got: “Rewşa Efrînê em nîgeran kirine. Li Sûriyê armanca me têkbirina DAIŞê ye û metirsiya DAIŞê hêj bi dawî nebûye.
Nauert herwiha diyar kir, ku ew ji nîgeraniyên Tirkiyê yên derbarê Efrînê de têdigihin.”
Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê herwiha behsa pêwneiya telefonî ya navbra Serokê Amerîka Donald Trump û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan kir û diyar kir, ku pêwendiya navbera Trump û Erdogan gelek tund bû.
Heather Nauert got: “Di van demên dawiyê de hikûmeta Amerîkayê gelek pêwendî û danûstandin û pêwndiyên telefonî li gel berpirsên Tirkiyê pêk aniye û Serok Trump pêwnediyeke teelfonî li gel Erdogan pêk anî û ez dikarim bêjim ku ew pêwendî gelek tund bû.”
Artêşa Tirkiyê ew şeş roj in ku êrişa xwe bo ser herêma Efrînê dest pê kiriye.
Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê amaje bi serdana wezîrê derve yê wî welatî Rex Tillerson bo Davosê jî kir û aşkere kir, ku yekem civîna Tillerson li Sûriyê li gel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bû û piştre jî li gel Serokwezîr Heyder Ebadî civiyaye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse