Almanya ji ber Efrînê biryarek li dijî Tirkiyê da!

25-01-2018
RÛDAW
Nîşan Almanya Tirkiye Êriş Efrîn Tankên Leopard Biryar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hikûmeta Almanyayê ji ber êrişa Tirkiyê ya li ser herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê nîgeraniya xwe li hember rewşa aloz a li bakurê Sûriyê ragihand û daxwaza Tirkiyê ya ji bo kirîn û nûjenkirina tankên Leopard ên wî welatî red kir.

 

Wezîrê Derve yê Almanyayê Sigmar Gabriel di daxuyaniyekê de ji rojnameya Der Spiegel a almanî re ragihandiye, ku “hikûmeta federalî ya Almanya bi awayekê ciddî ji pevçûnên leşkerî yên li bakurê Sûriyê nîgeran e.”

 

Tirkiyê ji roja Şemiya vê heftiyê ve êrişa li ser kantona Efrînê ya li Rojavayê Kurdistanê, ku di bin kontrola Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de ye,  di çarçoveya Operasyona Çiqlê Zeytûnê daye destpêkirin.

 

Tirkiyê û Almanya ji destpêka sala 2017ê ve gotûbêjên derbarê pêşxistin û nûjenkirina tankên Leopard ên almanî yên Artêşa Tirkiyê dest pê kiribûn.

 

Sigmar Gabriel di heman daxuyaniya xwe ya ji bo Der Spiegel de ragihandiye, “têkildarî nîqaşên niha yên derbarê hinardekirina çekan de, ji bo hikûmeta federalî (Almanya) aşkere ye ku em nikarin wan li cihên alozî têde radest bikin.”

 

Tirkiye û Almanya endamên NATOyê ne, lê belê di wan demên dawiyê de pêwendiyên wan ên dîplomatîk û leşkerî ber bi alozbûnê ve çûne.

 

Ji ber alozbûna pêwendiyên navbera her du welatan, Almanya di dawiya sala bihorî de hêzên xwe yên esmanî ji Binkeya Esmaniya Încirlîkê ya Tirkiyê vekişandibû. Tirkiyê çend caran rêgirî li serdana parlamenter û rayedarên almanî bo binkeya Încirlîkê û hevdîtina bi serbazên almanî re girtibû û heta daxwaza Şwirmenda Almanya Angela Merkerl a di vê bareyê de jî red kiribû.

 

Şêwirmenda Almanya Angela Merkel û Wezîrê Derve Sigmar Gabriel li gel hev rêkevtin e, ku “hikûmeta hevpeymanî ya nû ya Almanyayê dikare derbarê her cure girêbestên di pêşerojê de biryarê bide.”

 

Biryara nû ya Almanya derbarê Tirkiyê de di demekê de ye, ku êrişa Tirkiyê bo ser herêma Efrînê îro derbasî roja xwe ya şeşem bû û şer û pevçûn li ser sînorên Kantona Efrînê di navbera şervanên YPGê li aliyekê û hêzên Tirkiyê û çekdarên Artêşa Azad a Sûriyê de ku Tirkiye piştgiriya wan dike, berdewam e.

 

Herwiha duh Çarşemiyê berpirsekî Heyva Sor a Kurdî li Kantona Efrînê yê bi navê Heyder Reşîd ji Rûdawê re ragihand, di heyama 5 rojên destpêkê yên êrişên Tirkiyê de, 36 welatiyên sivîl li Efrînê canê xwe ji dest dane û 130 kes jî birîndar bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst