Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Cîhan

Amerîka: Li herêma aram YPG dê cih negire

Ji aliyê RÛDAW 25-3-2019
James Jeffrey diyar kir ew dê ji bo avakirina herêma aram ligel Tirkiyê bixebitin
James Jeffrey diyar kir ew dê ji bo avakirina herêma aram ligel Tirkiyê bixebitin

Hewlêr (Rûdaw) - Nûnerê Taybet ê Wezareta Derve ya Amerîkayê bo Karûbarê Sûriyê James Jeffrey ragihand ku ew ji bo avakirina navçeya  aram li Sûriyê bi Tirkiyê re dixebitin.

 

Nûnerê Taybet ê Wezareta Derve ya Amerîkayê bo Karûbarê Sûriyê James Jeffrey li Washingtonê di civîneke rojnamevanî de ragihand ku derbarê Kurdan ew ligel Tirkiyê kar dikin ku navçeyeke aram li ser sînorê wê were avakirin.

 

James Jeffrey diyar kir li navçeyê ti hebûna Yekîneyên Parastina Gel (YPG) dê nebe.

 

Jeffrey wiha got: “Em dê ji bo avakirina navçeya  aram li Sûriyê bi Tirkiyê re dixebitin. YPG di navçeya aram de cih nagire. Ji ber ku Enqere bi tekîleyên wê yên PKKê re dilgiran e. Serok Trump bi awayekî zelal Serok Erdogan agahdar kir.”

 

Nûnerê Taybet ê Wezareta Derve ya Amerîkayê bo Karûbarê Sûriyê herwiha destnîşan kir ku ew di heman demê de naxwazin Tirkiyê rû bi rûyê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), ku beşek ji wan Kurd in, jiber vê yekê em li ser çareseriyeke kar dikin ku bi dilê hemû aliyan be.

 

Jeffrey herwiha got: “Armanca me ne ewe ku Hevpeymaniya Navdewletî bibe hêzeke aştiyê li navçeyê, lê em daxwaz ji Hevpeymaniya Navdewletî dikin ku operasyonên xwe li dijî DAIŞê berdewam bike.”

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Seid Ferhad Seid Mistefa | 2019-04-12 5:50:59 AM
Bi Xwedê Hevalê Nasir, bi Hizra min Kurd Ceza bi Kesê nadin ji xeyrî xwe nebe! Zor tiştekê seyre ku 40-50-Million nikarin/naxwazin yan ji nizanin xwe...
Gelê Kurd ceza da HDPê, wê jî ceza da AK Partiyê
| 11-4-2019 | (1)
Piştewan | 2019-04-08 10:20:00 AM
Gelo Ruhanî bi xwe jî, ji xwe û van gotinên xwe bawer diket?!!
Ruhanî: Eger bendav nebana dê bi hezaran kes xeniqîban
| 8-4-2019 | (1)
Merwan | 2019-04-08 6:33:13 AM
Hey gidî xayîn Dinya, War yê Kurdane, Deng yê Kurdane, Lê rêvebirin ya Dagirkerê Tirkane? ! Ka biratiya gelan li kûderê ma? !!!!!!
Li Amedê HDPê heta niha tenê şaredariyek wergirtiye
| 8-4-2019 | (1)
kurdekê berdidin kurdê din | 2019-04-04 9:28:40 PM
Tirk pişta kurdekê berdidin kurdek din...Ma kurd seyê (KUÇIKÊ) Tirkane?! çawa dixwazin wusa peywendiyê li gel wan dikin. REFERANDUM ne PKK û PYD...
Çavuşoglu: Em peywendiyên xwe yên li gel Hewlêrê asayî dikin
| 4-4-2019 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Li tevahiyê Tirkiyê proseya dengdanê bidawî hat 31-3-2019 |

Li tevahiyê Tirkiyê proseya dengdanê bidawî hat

Piştî bidawîhatina dengdanê, proseya cudakirin û Zêdetir
Li Silêmaniyê roja jidayîkbûna Zerdeşt Pêxember hat pîrozkirin 28-3-2019 |

Li Silêmaniyê roja jidayîkbûna Zerdeşt Pêxember hat pîrozkirin

Peyrewên Zerdeşt Pêxember jidayîkbûna wî weke Zêdetir
0.172 seconds