Navenda Nûçeyan – Hat ragihandin ku Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Rûsyayê Vladîmîr Putîn mijara giştpirsiya serxwebûna Kurdistanê nirxandin.
Li gor agahiya berdest Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Rûsyayê Vladîmîr li ser têlefonê axivin û mijara giştpirsiya serxwebûna Kurdistanê gotûbêj kirine.
Xelkê li Herêma Kurdistanê û navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê îro ji bo giştpirsiya serxwebûnê diçin ser sindoqan.
Hat ragihandin ku Erdogan û Pûtîn di xeberdana xwe de li ser mijarên herêmê rawestiyane û giştpirsiya îro ya serxwebûnê nirxandine.
Herwiha Erdogan û Pûtîn amaje bi wê yekê kirine ku divê yekîtiya axa Iraq û Sûriyê bê parastin.
Erdogan û Putîn wê di 28ê îlonê de li Enqereyê bicivin û li ser geşedanên dawîn ên li herêmê bi berfirehî bisekinin.