Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Cîhan

Ji Yekîtiya Ewropayê daxuyaniya Efrînê

Ji aliyê RÛDAW 26-2-2018
Federica Mogherini
Federica Mogherini

Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsa Karûbarên Derve ya Yekîtiya Ewropayê Federica Mogherini ragihand ku ew ji ber operasyona leşkerî ya Tirkiyê ya li ser Efrînê û navçeyên din dilgiran in.

 

Îro li Brukselê wezîrên derve yên Yekîtiya Ewropayê dicivin û rewşa Sûriyê, Iraq û welatên din yên Rojhilata Navîn gotûbêj dikin.

 

Berî destpêkirina civînê, Federica Mogherini ji rojnamevanan re axivî û ragihand ku ew ji ber rewşa li Efrînê çêbûye dilgiran in.

 

Mogherini got: “Me dilgiraniya xwe derbarê rewşa Efrînê nîşan daye, bi giştî ez û wezîran gelekî ji rewşa ku li Efrînê diqewime, dilgiran in.”

 

Federica Mogherini diyar kir, ku divê hersê welatên gerenor ên Astanayê, wate Rûsya, Îran û Tirkiyê berpirsiyareke taybet bigrin ser xwe û ji proseya agirbestê piştrast bibin, ne ku aloziyan zêde bikin.

 

Mogerinî di derbarê wê agirbestê de ku Encûmena Asayişa Navdewletî erê kiribû ragihand ku rewşa li ser erdê û bi taybetî jî ji aliyê mirovî ve gelekî dijwar e.

 

Berpirsa Karûbarên Derve ya YE got: “Me karên xwe gihandin New Yorkê. Bi hewlên nûnerên Yekîtiya Ewropa di Encûmena Asayişê de projebiryarek hate erêkirin, lê ev yekem kar bû. Divê raste rast ev proje were bicîkirin û mekanîzma çavdêrîkirina wê jî hebe.”

 

Her wiha da zanîn ku wê sibe li ser agirebestê li gel kesê duyem yê Netewên Yekbûyî Mark Lokok bicive.

 

Mogherini bal kişande ser rewşa mirovî û got: “Ji wê demê ve me zengê hişyariyê lêda ku rewş ji aliyê mirovî ve gelekî dijwar e.”


Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

fer | 2019-01-20 7:41:06 AM
bişinin silemani ji..bajaré her welati re bişinin..! kurdistan ne tené hewleré ye...
Almanya 400 otobûsan dide Herêma Kurdistanê
| Duh vî demî 09:29 | (1)
Kurdim | 2019-01-20 5:43:16 AM
Serkeftin kurdé héja ra
Bi pasa golparêzê Kurd her kes matmayî bûn
| Duh vî demî 07:29 | (1)
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2019-01-17 8:09:29 AM
Willah Hevalê Hêmin, bi hizra min ya baş ewe ku Kurd/ Kurdistan bi yêkcarî Dest ji Iran/Tirkîyê/Surîyê u Iraqê berde!!!! Ma eve 100-Sale me çi Xêr ji...
Nabe Îran dijmin be
| 16-1-2019 | (1)
Bewar sindy | 2019-01-17 4:27:43 AM
Aini av ajale mn le nava xabire zaxo da ditye
Li Dêrsimê dîmenên segê avê hatin tomarkirin
| 16-1-2019 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

0.532 seconds