Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Cîhan

Mezintirîn Festîvala Serxwebûnê li Almanyayê birêve diçe

Ji aliyê RÛDAW 26-8-2017
Festîvala Serxwebûna Kurdistanê

Koln (Rûdaw) – Bi sponsoriya Tora Medyayî  ya Rûdawê, niha bi beşdariya bi hezaran kurd, mezintirîn festîvala piştgiriya kurdistaniyên dîasporayê bo Serxwebûna Kurdistanê li Almanyayê bajarê Kolnê birêve diçe.

 

Kurdistaniyên dîasporayê yên li welatên Holand, Belçîka, Swîsre, Fransa û li bajarên cûr bi cûr berê xwe dane Almanyayê bo beşdariya festîvala li bajarê Kolnê.

 


 

Tora Medyayî ya Rûdawê sponsora festîvalê ye û kêlî bi kêlî festîvalê dişopîne.

 

Festîval li gor dema Kurdistanê di saet 15:00an de bi sirûda Ey Reqîb dest pê kir û heta çend demjimêran dê berdewam be.

 

Çend nivîskarên dostê kurdan û çend parlementerên almanî beşdarî festîvalê bûne û dê gotarên xwe pêşkêş bikin. Herwiha di festîvalê de peyama Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî hate xwendin.

 

Mesûd Barzanî di peyama xwe de diyar kir: “Giştpirsî armanc nîne. Ji bo gihiştina armanceke mezintir wesîle ye ku ew jî serxwebûn e. Ev ne tenê ji bo gelê kurd e, ji bo hemû wan netewe û olan e ku li Kurdistanê dijîn.”

 

 

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî aşkere kir: “Ji bo gelê Kurdistanê bikare xwe ji şer û pirsgirêkên li Iraqê biparêze, divê xwediyê serweriya xwe be. Ji ber vê yekê, ya baştir ew e ku Kurdistan û Iraq bibin du cîranên baş, da ku pirsgirêkên mezintir di navbera wan de dernekeve .”

 

Di festîvalê de kurdên her çar parçeyên Kurdistanê, piştgiriya xwe ya ji bo pêkanîna giştpirsiya Başûrê Kurdistanê bo serxwebûnê nîşan didin. 

 

Şîrove

 
ehmade omari | 26-8-2017
Merhaba kurdonu ez kurdaki ji Anadoliya navin ji konyame ez gelek keyf hosim kurd Azad tibin. Biji kurdo Kurdistan.... Biji keke mesut Barzani... ehmade omari ji kurde konyaye..
 Seid Ferhad Seid Mistefa
Seid Ferhad Seid Mistefa | 27-8-2017
Sipas Rudaw! Bi rastî bi dîtina van Dîmenan Zimanê mirovî tê girtin û mirov nizane ji keyfxweşîyan de çi bibêje! Ev yêkem cara kû ez di hemû Jîyana xwe da bi dîtina van Dîmenan hest bi azadî dikim! Ev yêkem cara ez tama serbestîyê hest dikim! Ev yêkem care ez jî xwe wek mirov dibînim! Ta neha min tama azadîyê nedizanî û ez niha pêhesîyame kû ev Hest çend Hestekê xweşe!😢😢😢 Rûdaw ji kerema xwe ji Alîyê pêywendîdar re bibêjin kû ji bo Rêfêranduma Kurdistanê kû bi Hêvîya Xwedê di 25.09.2017 berpê dibe bi Millionan Ala-Kurdistanê berhev bikin û wan belaş di nav Gelê Kurd de dabeş bikin! Divê Ala ew qas zêde bin kû Çav Çavan nebîne, divê Çavên mirovan bes Rengê Kes û Sor û Zer bibîne! Divê her Kes di vê Rojê de Cil û Bergên Kurdî li xwe bike û her Zarok, her Jin, her Mêr û her Pîr û Kal yêk Ala bidest bigre û bi hereketa Millîonî Text û Tacên Dijmin û Dagîrkeran biruxêne! Dijmin bi dîtina Ala-Millionî bi lerz û derz dikeve û ew bi xwe wê li ser Çokan bikeve! Divê Qêrîna me Kurdan ji bo Azadîyê Gohê Dijminan kerr û Çavên wan kor bike...Divê Roja Rêfêrandumê Rojek Dîrokî bibe, lewma divê ev Roj bi Cûş û Xirûşek yêkcar mezin were li darxistin da Dost û Dijmin bizanîbin KURD kî ne û çi dixwazn. Divê Rêfêranduma Kurdistanê ew qas mezin be kû ew di mezintirîn Mêdîyayên Cîhanî wek BBC, CNN, Euronews û Mêdîyayên din wek giringtirîn Sernûç were pexşkirin...Ez wek Kurdekê dilsoz vê Erka giran li ser Milê we dadinêm da Bûyer bi Şêweyek baş kû şayanê Gelê Kurd be were birêvebirin! XWEDÊ di gel me be, Serkeftin ya me ye! Sipas ji Xebatên we!

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

fer | 2019-01-20 7:41:06 AM
bişinin silemani ji..bajaré her welati re bişinin..! kurdistan ne tené hewleré ye...
Almanya 400 otobûsan dide Herêma Kurdistanê
| Duh vî demî 09:29 | (1)
Kurdim | 2019-01-20 5:43:16 AM
Serkeftin kurdé héja ra
Bi pasa golparêzê Kurd her kes matmayî bûn
| Duh vî demî 07:29 | (1)
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2019-01-17 8:09:29 AM
Willah Hevalê Hêmin, bi hizra min ya baş ewe ku Kurd/ Kurdistan bi yêkcarî Dest ji Iran/Tirkîyê/Surîyê u Iraqê berde!!!! Ma eve 100-Sale me çi Xêr ji...
Nabe Îran dijmin be
| 16-1-2019 | (1)
Bewar sindy | 2019-01-17 4:27:43 AM
Aini av ajale mn le nava xabire zaxo da ditye
Li Dêrsimê dîmenên segê avê hatin tomarkirin
| 16-1-2019 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

0.672 seconds