Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Cîhan

Moskow ji wê yekê dilgiran e ku li Sûriyê dewleteke Kurdî were avakirin

Ji aliyê Kamîz Şedadî 26-10-2018
Rûdaw

Moskow (Rûdaw) - Rûsya berdewam dilgiraniya xwe li ser hebûna Amerîka li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê nîşan dide, û hewleke din dide ku man û planên Amerîka li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê asteng bike.

 

Bi gotina rayedarên Rûsyayê, Amerîka dewletekê li Rojhilat û derdora çemê Feratê ava dike, herwiha tekez dikin ku ew plan bêyî razîbûna Enqerê û Moskowê ye û dibêjin ku ti planên Amerîka bicih nabin.

 

Di van rojên dawî de rojeva Moskowê bi giranî serdana Rawêjkarê Serokê Amerîka yê ser Ewlehiya Neteweyî John Bolton e. Tevî ku Bolton behsa hemahengiya Waşington û  Moskowê li Sûrî kir jî, Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Marîya Zaxarova careke din nîgeraniya Moskowê li ser tevgera Amerîkayê ya li rojhilatê Sûrî anî ziman û di bersiva pirsa Rûdawê de jî hûrgiliyên gotûbêjên herdu aliyan ên li ser Rojavayê Kurdistanê eşkere nekir.

 

Çavdêrên Rûs pê bawer in ku siyaseta Rûsyayê li Sûrî ser dikeve û Amerîka neçar e vê yekê qebûl bike. Her çi piştgiriya Amerîkayê bo Rojavayê Kurdistan e jî, bi nêrîna wan, ji Rûsyayê zêdetir Tirkiye jê nîgeran e.

 

Pisporê Enstîtuya Lêkolînên Stratejîk a Rûsyayê Sergey Yermakov ji Rûdawê re ragihand: “Di mijara damezrandina dewleta Kurdî de, ne tenê li erdê Iraqê, an ku ne tenê li Kurdistana Iraqê, lê bi giştî damezrandina dewleteke Kurdî û naskirina serxwebûna wê, ji bo Amerîkayê, aktorê sereke yê kilîta Tirkiye ye. Bi nêrîna min, pêgeha Rûsyayê li ser vê pirsê wisa ye ku, ew mijareke ji bo gotûbêjên demdirêj e û ne ya dahatûya nêz e.”

 

Pisporê serbazî îhtîmal nade hemahengiya Moskow û Waşingtonê li ser damezrandina dewleteke serbixwe li rojhilatê çemê Feratê, lê  bi nêrîna wî, Amerîka dê bi ser otonomiya Kurdan, hebûna xwe li Sûrî biparêze.

 

Pisporê serbazî û jeopolîtîkzan Konstantîn Sivkov diyar kir: “Di çarçoveya dewleta yekgirtî ya Sûrî de, li wê herêmê dê otonomî bê damezrandin û rêveberiya herêmî ya Kurd, dê bibe xwedî desthilateke berfireh a otonom û derfeta Amerîkayê dê hebe ku bibe xwedî karîgerî li ser wê otonomiyê û pê re, karîgeriya xwe ya li ser Sûrî jî biparêze.”

 

Di vê navberê de Moskowê lez daye dîplomasiyê ji bo zindîkirina proseya damezrandina Lîjneya Destûra nû ya Sûrî. Piştî hevdîtinên li gel nûnerên dewletên garantor ên li Sûrî, Wezareta Derve ya Rûsyayê, niha pêşwaziya şandeya Lijneya Bilind a Danûstankar a Opozîsyona Sûrî dike.

Şîrove

 
Renas | 27-10-2018
Ev ji ruwê wani rast didê xuyakirin, dijminê gelê Kurd. Ticcar bahweriya xwe bi Rusya newênin.

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Seid Ferhad Seid Mistefa | 2019-04-12 5:50:59 AM
Bi Xwedê Hevalê Nasir, bi Hizra min Kurd Ceza bi Kesê nadin ji xeyrî xwe nebe! Zor tiştekê seyre ku 40-50-Million nikarin/naxwazin yan ji nizanin xwe...
Gelê Kurd ceza da HDPê, wê jî ceza da AK Partiyê
| 11-4-2019 | (1)
Piştewan | 2019-04-08 10:20:00 AM
Gelo Ruhanî bi xwe jî, ji xwe û van gotinên xwe bawer diket?!!
Ruhanî: Eger bendav nebana dê bi hezaran kes xeniqîban
| 8-4-2019 | (1)
Merwan | 2019-04-08 6:33:13 AM
Hey gidî xayîn Dinya, War yê Kurdane, Deng yê Kurdane, Lê rêvebirin ya Dagirkerê Tirkane? ! Ka biratiya gelan li kûderê ma? !!!!!!
Li Amedê HDPê heta niha tenê şaredariyek wergirtiye
| 8-4-2019 | (1)
kurdekê berdidin kurdê din | 2019-04-04 9:28:40 PM
Tirk pişta kurdekê berdidin kurdek din...Ma kurd seyê (KUÇIKÊ) Tirkane?! çawa dixwazin wusa peywendiyê li gel wan dikin. REFERANDUM ne PKK û PYD...
Çavuşoglu: Em peywendiyên xwe yên li gel Hewlêrê asayî dikin
| 4-4-2019 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Li tevahiyê Tirkiyê proseya dengdanê bidawî hat 31-3-2019 |

Li tevahiyê Tirkiyê proseya dengdanê bidawî hat

Piştî bidawîhatina dengdanê, proseya cudakirin û Zêdetir
Li Silêmaniyê roja jidayîkbûna Zerdeşt Pêxember hat pîrozkirin 28-3-2019 |

Li Silêmaniyê roja jidayîkbûna Zerdeşt Pêxember hat pîrozkirin

Peyrewên Zerdeşt Pêxember jidayîkbûna wî weke Zêdetir
0.547 seconds