Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Cîhan

Rûsya: Em rêzê ji daxwaza gelê kurd re digrin

Ji aliyê RÛDAW 27-9-2017
Wêne: Arşîv
Wêne: Arşîv

Moskow (Rûdaw) – Wezareta Derve ya Rûsyayê ragihand: “Em rêzê ji daxwazên gelê kurd yên derbarê hewlên netewî de digrin lê baştir e li gel Iraqê bimînin.”

 

Wezareta Derve ya Rûsyayê bi daxuyaniyekî derbarê referanduma serxwebûna Başûrê Kurdistanê de ragihand, ku ew rêzê li hember daxwaza hewlên netewî yên kurdan digrin lê ya baş ew e, ku Kurdistan li gel Iraqê bimîne.

 

Wezareta dervaya Rûsyayê ameje bi vê yekê dike ku ew derbarê referandûma serxwebûna Başûrê Kurdistanê de ew bangawaziyê li hemû aliyan dikin pisgirêkên di navbera Hewlêrê û Bexdayê de hene bi rêyên danûstandinan bêne çareserkirin.

 

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Niha ji bo Rojhilata Navîn rewş zêdetir aloz nebe û ne seqamgirî zêdetir nebe, giring e pêşiya hemû rîskan were girtin.”

 

Wezareta Derve ya Rûsyayê got: "Em piştgiriya yekrêziya xaka Iraqê dikin. Divê hemû nakokî bi rêya gotûbêjan werin çareserkirin, ne ku bi yekalî serxwebûn were ragihandin."

 

Di berdewamiya daxuyaniya wezareta dervaya Rûsyayê de derbarê giştpirsiya serxwebûna Kurdistanê de tê gotin ji bo Rûsyayê gelekî grîng e û pêwîst dizan, hemû kes ji hewlên rewşê têk bide xwe jê dûr bigire li seranserî Rojhileta Navîn rewşeke pir bi şer û aloziyan heye û helwêsta Rûsyayê naye guhartin û ew piştgirya  yekparçeya xaka Iraqê û teviya welatên Rojhileta Navîn dikin.

 

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-10-18 10:32:05 AM
Camêrê Kosret Resûl Erkê xwe bi cîh anî û merdane li ser Postê xwe li Sengerê Şerî ma...lê Bavil Talibanî û Hêro-Xanê Xîyanetek bêhemta li Kurd, li...
Kosret Resûl: Navê çend kêmfamên YNKê dê bikeve nav rûpelên reş ên dîrokê
| 12 demjimêr berê | (1)
naw | 2017-10-18 10:18:39 AM
hukumate kurdistan bela bibine, medyayi tirk jibo peşmerge u hukumeta kurd çı dibejin. buxunin meze bıkın.
ROJEVA TIRKIYE – Kurd û Iraq piştî Kerkûkê vegeriyan ser hesabê berê
| 16 demjimêr berê | (1)
wan | 2017-10-18 9:30:27 AM
Deste barzani sax be
Kurdên Xurmato banga alîkariya lezgîn dikin
| 14 demjimêr berê | (1)
rasti | 2017-10-18 7:59:12 AM
jashe iranen na hezi iraqi. chiawazye beyni hez u jash.
McGurk: Em hewl didin pêşiya şerê pêşmerge û hêzên iraqî bigrin
| 17 demjimêr berê | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Erebên sunnî yên Iraqê jî daxwaza referandûmê dikin 7-10-2017 |

Erebên sunnî yên Iraqê jî daxwaza referandûmê dikin

Ji bo herêmeke xweser lîjne ava dikin Zêdetir
0.453 seconds