Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Cîhan

NY çavdêriya geşedanên li Kurdistanê dike

Ji aliyê Majeed Gly 27-9-2017
Berdevkê NY Ferhan Heq
Berdevkê NY Ferhan Heq

New York (Rûdaw) – Roja Duşemê 25-09-2017, Kurdistaniyan guh nedane banga Neteweyên Yekbûyî (NY) ya ji bo paşxistina referandûma serxwebûnê û çûne ser sindoqan. Niha NY dibêje, ew çavdêriya rewşê dikin.  


Welatên mezin beriya referandûmê ji Herêma Kurdistanê dixwestin dest ji giştpirsiyê berdin û bala xwe bidin ser şerê DAIŞê. Van gotinan Kurdistan nîgeran kiribû. Niha piştî referandûmê jî heman daxuyaniyên xwe dubare dikin lê dîplomatkraên Bexdayê nîgeran dibin.

 

Nûnerên welatan ji ber rêzgirtina li hember yasayên navdewletî û parastina pêwendiyên xwe yên li gel Bexdayê van gotinan dikin.

 

Cîgirê nûnerê Brîtanyayê li NY Jonas Alen dibêje: “Em piştgiriyê didin serwerî û yekparçebûna xaka Iraqê. Ev helwest ya hemû encamên Encûmena Asayîşa Navdewletî ye.”

 

Lê dema kar tê ser kirdaran, welatên endam ji Bexda û aliyên din re dibêjin: “Gefên xwe cîbicî nekin. Giringiyê bidin ser pêkanîna armancên me, ku ew jî têkbirina DAIŞê ye.”

 

Jonas Alen herwiha dibêje: “Divê niha rewş bi aramî bimîne û bala xwe bidin ser şerê DAIŞê. Ewlekariya navçeyên madeya 140 û bi taybetî jî ya Kerkûkê ji bo NY pir giring e.”

 

Peyamnêrê Rûdawê di dema civîna NY de ev pirs ji Berdevkê NY Ferhan Heq kir: “Serokwezîrê Iraqê ferman daye hêzên iraqî da ku herin Kerkûkê. Ev bajar ji aliyê pêşmerge ve tê kontrolkirin. Eger ev pêngav were cîbicîkirin dê şer derbikeve. Li hember vê karvedana Sekreterê Giştî çi ye?”

 

Berdevkê NY Ferhan Heq bersiv da û got: “Em çavdêriya geşedanan dikin. Sekreterê Giştî beyanameya xwe belav kiriye. Weke hûn jî dizanin ew li gel serkirdeyên Iraqê û hejmareke serkirdeyên cîhanê civiya. Tirs û nîgeraniya xwe eşkere kir.”

 

Dibe çavdêriya NY û civaka navdewletî ji bo Bexdayê zehmetir be, ku dixwaze hêza leşkerî bişîne Kerkûkê. Ji ber ku avabûna bereyeke nû ya şer, li dijî berjewendiyên Amerîka û civaka navdewletî ye.

 

 

508 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Can Deniz | 2018-04-23 7:47:29 AM
Tirkiye rast gotiye,,, ya rast jî ev e ku hûn hemû partiyên kurd destekê bidin hev...ENKS wekî piyonê AKP'ê tevdigere..Biçin cem gelê rojava û...
Nûnerê ENKS: Tirkiye ji me re dibêje hûn piştgiriya PYDê dikin
| 21-4-2018 | (1)
Azad | 2018-04-22 12:46:00 PM
Gelek sıpas Keko.
Şerê fêlbazan
| 19-4-2018 | (1)
Kurdo | 2018-04-22 11:25:12 AM
Alî Bapîr,bê bexte û bê wefa û bê îman be.Bi Rûyekî reş behsa sîreta Dewleta Kurd dike.Ewên ku dengên xwe bidin Lîsteya Alî Bapîr,yê ji Alî Papîr Rû...
Elî Bapîr: Binerin referandûma seqet çi zerer da me
| 22-4-2018 | (1)
Aragorn | 2018-04-21 5:18:10 PM
Dike cend usd xalo?
Alîkariya Amerîkayê ya ji bo Pêşmerge gihişte Kurdistanê
| 21-4-2018 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Serokwezîr Barzanî: Amerîka piştgiriyê dide seqamgiriya Herêma Kurdistanê Duh vî demî 02:03 |

Serokwezîr Barzanî: Amerîka piştgiriyê dide seqamgiriya Herêma Kurdistanê

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî di dema beşdarbûna Zêdetir
2 zarokên Efrînî ji ber bê dermaniyê canê xwe ji dest dan 13-4-2018 |

2 zarokên Efrînî ji ber bê dermaniyê canê xwe ji dest dan

Berpirseke Heyva Sor ya Kurd da xuyakirin, ku ji Zêdetir
2.547 seconds