Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Cîhan

Ismail Beşikçî rola Rûdawê di referanduma Kurdistanê de bilind nirxand

Ji aliyê RÛDAW 28-8-2017
Rûdaw

Dusseldorf (Rûdaw) – Nivîskar û civaknasê navdarê Tirkiyê û dostê gelê Kurd, Profesor Ismail Beşikçî îro duşembiyê li bajarê Dusseldorf ê Almanyayê serdana ofîsa Tora Medyayî ya Rûdawê kir.

 

Profesor Ismail Beşikçî ji aliyê stafa ofîsa Tora Medyayî ya Rûdawê ya li Dusseldorfê hat pêşwazîkirin.

 


Di vê hevdîtinê de stafa ofîsa Rûdawê ya li Dussedorfê ji professor Beşikçî re behsa beşek ji kar û xebatên xwe yên li Almanya û Ewropayê kirin.

 

Herwiha Beşikçî jî behsa rola Tora Medyayî ya Rûdawê kir û di axavtinekê de rola Rûdawê di hişyarkirina xelkê Kurdistanê û derbarê proseya referandumê û mijarên hesas û çarenivîssaz de bilind nirxand.

 

 

Îsmail Beşikçî herwiha keyfxweşî û dilxweşiya xwe bi birêveçûna Festîvala Serxwebûna Kurdistanê li bajarê Koln ê Almanyayê jî anî ziman.

 

Pêr roja 26ê Tebaxê li bajarê Kolnê festîvaleke mezin bo piştgiriya referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê hat sazkirin û zêdetirî 20 hezar kurd li welatên Ewropayê beşdarî di festîvalê de kirin.

 

 

1197 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

dilan | 2018-07-12 11:22:06 AM
dast xosh Ala xan..har bji rudaw
evrehim | 2018-07-12 1:18:35 PM
"Trump ji Rûdawê re axivî" êdî bes e ev serenavên we yên bi vî awayî. Trump di civîna medyayî de axiviye, ne taybet bo rudawê. Di medyakariyê de nabe...
Trump ji Rûdawê re axivî: Waşington li gel aliyên serkevtî diaxive
| 12-7-2018 | (2)
Mûhammed | 2018-07-11 9:46:51 AM
madem wisa ye çima heremê kurdistan tişteki nake wan dagirkeran daristan tar û mar dikin lê heremê kurdistan dengê xwe dernaxe, pêwiste ku seroke...
KARESAT – Milyonek û 31 hezar donim daristanên Kurdistanê şewitîn
| 11-7-2018 | (1)
WARVİN | 2018-07-10 9:44:44 AM
EW NE CHEKDAR IN LE EW TERORIST IN
EFRÎN – Çekdaran îşkence li kalemêrekî 80 salî kirin
| 10-7-2018 | (1)
Semal | 2018-07-04 5:43:10 PM
Bi Erdogran re hevatîl nabe û bi rêbertîya Tirkiyê jî têkliyê hevgirtî nabin. Gerek ve rastî birêz Barzanî bibînê. Bi gotinên wekî PKK sucdarê û ji...
XOCE | 2018-07-09 9:13:26 AM
Kurd êdî sîyasetê bira bikin. Kes li İsrailê hez nake İsrail jî ji kesî hez nake lê bi herkesî ra diyalogê çêdike.Bira kurd jî mîna İsrailê bi...
Barzanî: Di demekî guncaw de serdana Enqerê dikim
| 4-7-2018 | (2)
0.656 seconds