Komara Karabaxê piştgiriya xwe bo serxwebûna Kurdistanê ragihand

28-09-2017
RÛDAW
Nîşan Referandum Serxwebûn Kurdistan Karadax Dewlet
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Komara Karabaxê piştevaniya xwe bo giştpirsiya serxwebûna Kurdistanê û avakirina dewleteke kurdî ragihand.

 

Wezareta Derve ya Karabaxê derbarê encama giştpirsiya 25ê îlonê ya serxwebûna Kurdistanê de daxuyaniyek da û ragihand ku ew bi erênî pêşwajiya encamdana giştpirsiyê dikin û ew mafefî asayî dizanin her miletê ku li ser çarenivîsa xwe biryare bide.

 

Di daxuyaniya Wezareta Derve ya Karabaxê de wiha hat gotin: “Em hêvî dikin ku encama giştpirsiyê bi rêya gotûbêjên aştiyanê bê nirxandin û pirsgirêkên li herêmê bêne çareserkirin.

 

Komara Karabaxê dikeve Kafkasyayê û di navbera Azerbaycan û Ermenistanê de binakok e. Karabax di sala 1991ê de ji soyvetê cuda bû û serxwebûna ragihand û niha endama Neteweyên Yekbûyî ye û ji aliyê 3 welatan ve weke dewlet tê naskirin.

 

Li Başûrê Kurdista 25ê îlona 2017am giştpirsiya serxwebûna Kurdistanê birevê çû û Komîsyona Bilinda Serbixwe ya Hilbijartinan û Referandumê ya Kurdistanê da xuyakirin, %92.73 xelkê dengê ‘Belê’ di referandumê de bi kar anîne û rêjeya beşdarbûna xelkê di referanduma serxwebûna Kurdistanê de jî %72.16 ragihand.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst