Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Cîhan

Macron derbarê biryara Ewropayê ya li ser penaberan ji Rûdawê re axivî

Ji aliyê Ala Şalî 29-6-2018
Brûksel

Brûksel (Rûdaw) – Serokê Fransayê Emmanuel Macron derbarê rêkeftina Yekîtiya Ewropayê ya li ser penaberan ragihand, ku navendên taybet ên koçberan di destpêkê de dê bi awayeke xwebexş li wan welatan werin avakirin, ku rawestgahên destpêkê yên koçberan in.

 

Piştî 2 rojên gotûbêjên kele germ, serokwezîrên 28 welatên Ewropayê derbarê koçber û penaberan de gihiştine rêkeftinê. Vê rêkeftinê him Serokê Fransayê Emmanuel Macron dilxweş kir û him jî hikûmeta hevpeymanî ya Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel parast.

 

Li gorî rêkeftinê pêşniyara Fransayê hate qebûlkiirn, ku daxwaz diklir navendên taybet li çend welatên Eropa û derveyî Ewropayê werin avakirin, penaberan bişînin wan navendan da ku ji wir daxwaza penaberiyê bikin.

 

Herçiqas hinek welat li dijî vê pêşniyarê jî bûn lê rêkeftin hate pesendkirin. Li gorî vê rêkeftinê, li welatên wek Lîbya û Mexrîb ku koçber ji bo gihiştina Ewropayê bikar dihînin û li welatên ku yekemîn car koçberan pêşwazî dikin (Yûnanîstan û Îtalya), navend dê werin avakirin.

 

Di van navendan de bi serpeeştiya Neteweyên Yekbûyî dê bersiva daxwaza penabertiyê ya koçberan were dayîn. Wê demê jî dê welat bikarin li gorî daxwaza xwe koçberan werbigrin, ne ku koçber li ser daxwaza xwe li kîjan welatî bixwazin daxwaza penaberiyê bikin.

 

Derbarê mijarê de Serokê Fransayê Emmanuel Macron bersiv da pirsa peyamnêra Rûdawê Ala Şalî û got: “Prensîb ew e, ku ji bo damezrandina rêxistineke wiha, hemû kar di bin serweriya welatan de were kirin. Me ji gelek welatan re pêşniyar kiriye û kar jî di çarçoveya Yekîtiya Ewropayê de tê kirin. Li Ewropayê di destpêkê de ev navend dê bi awayeke xwebexş li wan welatan werin avakirin, ku yekemîn rawestgahên koçberan in. Hinek ji wan welatan li ser maseya guftûgoyan amadebûna xwe derbirîn.”

 

Serokê Romanyayê Klaus Iohannis jî piştî bidawîbûna lûtkeya Ewropayê got: “Di demeke nêzîk de dê derbikeve ka jîjan welat dixwaze ev navend li welatê wan were avakirin.”

 

Li gorî rêkeftinê dê sînorên welatên Ewropayê dê werin tundkirin û rê nadin koçber bigihin sînorên welatên  Ewropayê. Di nav welatên Ewropayê de ji bo bi awayeke neyasayî hatinçûna koçberan tedbîr werin stendin.  

 

Xalên giring ên rêkeftina welatên Ewropayê wiha ye:

 

- Vekirina nevendên taybet ên koçberan li welatên rawestgeha yekem a koçberan

 

- Bi hûrûkûr vekolîna dosyeyên koçberan

 

- Bi sînorkirina hatinûçûna koçberan li nav endamên Yekîtiya Ewropayê

 

- Bihêzkirina sînorên derveyî Yekîtiya Ewropayê

 

- Di warê aborî de alîkarîkirina Tirkiye û welatên bakurê Efrîqayê

 

- Yûnanîstan û Îspanya razî bûn ku koçberên li sînorê Nemsa û Almanyayê wergirin ku yekemîn car ji welatên wan ve çûne wan welatan.

 

- Ew koçberên ku ji ber rewşa aborî berê xwe dane Ewropayê û serdana wan a ji bo mafê penaberiyê hatine redkirin, dê vegerin welatên xwe.

 

Îtalya yek ji wan welatên endamê Yekîtiya Ewropayê ye, ku koçberan guvaşeke mezin xistiye ser wan. Guvaşên Îtalyayê yên li hember hemû encamên lûtkeyê sedema serke bû ku serkirdeyên Ewropayê li ser mijara koçberan bigihin rêkeftinê.

 

Serokwezîrê Îtalyayê Giuseppe Conte jî got: “Bi awayeke giştî dibe em razî bin. Danûstandinên dûvdirêj bûn. Çimku bernemayeke bi demkî hatiye danîn. Ji îro û pê ve Îtalya ne bi tenê ye.”

 

Di 3 salên derbasbûyî de bi hezaran koçber gihiştine welatên Ewropayê û vê yekê jî gelek bandorên siyasî derxistine holê, ku yek ji wan jî zêdebûna partiyên li dijî hatina koçberan in û bûye sedema guhertina hikûmetan jî.

 

Derbarê mijira koçberan de di navbera welatên Ewropayê de nakokiyên mezin hene. Lê niha hatina koçberan berawirdê Cotmeha 2015ê, bi rêjeya %95 kêm bûye.

 

Nîşankirin :
1533 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

alias | 2018-09-17 8:00:14 AM
Hemû Propaganda ne, hemû derewîne
Ebadî biryar da hêz li ser sînorê Iraq û Tirkiyê were belavkirin
| 16-9-2018 | (1)
mahmoud | 2018-09-15 6:51:54 PM
Dest xwesh Amerika dest Xwesh...
Amerîka hêzên xwe li Sûriyê xurttir dike
| 15-9-2018 | (1)
Renas | 2018-09-15 6:51:08 AM
Careseriya mesela Kurd bi ser lê a Idlibê siyasi? Hahaha.
Tirkiye: Çareseriya Idlibê bi rêya siyasetê ye
| 14-9-2018 | (1)
Ayyob | 2018-09-06 10:29:08 AM
Dest zosh!
Kurdek | 2018-09-14 6:37:55 AM
Çıma hinek dar na çikkînin..... Xuwzaya wir bı çend Kewan va nayé parastin... Gello sedema Van Kewan formalita çiye? Salé careki Van kewan ...
Li Çiyayê Agiriyê hezar kew hatin berdan
| 6-9-2018 | (2)
0.39 seconds