Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Cîhan

Amerîka: Emê li ser ragirtina pexşa Rûdawê ji aliyê Tirkiyê ve pêdeçûnê bikin

Ji aliyê Namo Abdulla 29-9-2017
Washington
Washington

Washington (Rûdaw) – Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Heather Nauert derbarê gefên li dijî Başûrê Kurdistanê ji Rûdawê re got: “Hemû alî bi bihêzî bibihîzin em dijî tundûtûjiyê ne.”  Nauert derbarê girtina pexşa Rûdawê jî got: “Bê guman dikarin pêdeçûnê li ser bikin.”

 

Rêveberê Ofîsa Tora Medyayî ya Rûdawê li Washingtonê, şeva borî (bi dema Kurdistanê) beşdarî civîna çapemeniyê ya Wezareta Derve ya Amerîkayê bû.

 

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Heather Nauert, li ser pirsa Rûdawê ya derbarê sizadana xelkê Kurdistanê ji aliyê Iraq, Tirkiye û Îranê ve û egera êrîşeke hevbeş a hersê welatan bo ser deriyên sînor ên Başûrê Kurdistanê, wiha bersiv da: “Amerîka dixwaze dengê wê bi bihêzî were bihîstin, ku em dijî tundûtûjiyê ne.”

 

Peyamnêrê Rûdawê: “We got wezîr ligel Iraq û Kurdistanê axifiye?”

 

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê: “Belê.”

 

Peyamnêrê Rûdawê: “Ev yek berê yan piştî referandûmê bû?”

 

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê: “Rojên berî referandûmê. Haya min jê nine ji wê demê ve ti gotûbêjek hatibe kirin û niha jî bi rê de ye bo Pekînê.”

 

Peyamnêrê Rûdawê: “Gelo tu karvedaneke we nine li beramber wêya Kurdistan bi “sizadana bikom” xelkê Kurdistanê tê sizakirin-cezakirin. Ragirtina geştên esmanî. Piraniya xetên firokevaniyê geştên xwe bo roja Înê hilweşandine û Tora me ji çend çavkaniyan ji Îran û Tirkiyê zanyarî gehiştinê ku Îran û Iraq hewl didin di van nêzîkan de bi zora hêzê dest deynin ser xalên sînor ên Kurdistanê ligel hêzên Iraqê? Gelo Amerîka hîç tiştekî nake bo rawestandina pêngaveke wiha?”

 

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê: “Em li dijî tundûtûjiyê ne eger çêbibe. Em hêvîdar in dengê me bi bihêzî were bihîstin ku dijî derketina tundûtûjiyê ne her çi aliyek bike.”

 

Peyamnêrê Rûdawê: “Tenê pirsyareke din: Hikûmeta Tirkiyê, çend kanalên Kurdî ku yek ji wan tora me Rûdaw e, ji Turksatê derxistin. Gelo hun nîgeran in bi vê biryara hikûmeta Tirkiyê?”

 

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê: “Haya min jê nine. Ev yekem car e dibihîzim û bê guman dikarin pêdeçûnê li ser bikin, ka bizanim tiştekî wiha tê rojeva me.”

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

MAJEED | 2017-10-23 10:38:57 AM
Bre kafirler
Wezîrê Derve yê Amerîkayê: Mafên kurdan nedane
| 13 demjimêr berê | (1)
mardinov | 2017-10-23 8:29:49 AM
bi çi wijdan, bi çi ahlaq, bi çi rumetî? Gelo li tevahîya dinyê xiyanetek bi vî rengî heye?
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-10-23 10:15:49 AM
Bi Xwedê te Sêdarê ji bidin her kême Bavilê Xaîn...piştî van hemû şehîdbûna Pêşmerge û Kurdên Sivîl çewa tû dibêjî Rêkeftin bi rûmet bî hey Xwêrî!...
Pavel Talebanî: Rêkeftineke birûmet bû
| 13 demjimêr berê | (2)
cd | 2017-10-22 9:10:40 AM
vanan listekin xwe mexapinin ,hesdi seibi u erdogan bi hevra va pilana li tehrane cekirin.hesdi seibi digot xuna kurdan herame birijine,ka ? ,bi...
kürd | 2017-10-23 8:23:52 AM
hasaooooooo playzi her kürde bı namus u bı şeref daykete nasbıke küre kahpe beji iraniye Humeyni nağleti hatıbı malave dı harba 81 de beji ...
Heşda Şeibî gef li Erdogan xwar: Emê derbeya mirinê li te bidin
| Duh vî demî 11:57 | (2)
Adalet | 2017-10-23 5:18:03 AM
Waaaaaaaa, we cirand bavo. 600 CE???? Dewleta Irakê und Hedda Sabi kesi nakûje. EV agahdari derewin!!!!!!
Zêbarî: Heşda Şeibî 600 Kurd li Kerkûkê û Xurmatoyê kuştine
| 23 demjimêr berê | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Erebên sunnî yên Iraqê jî daxwaza referandûmê dikin 7-10-2017 |

Erebên sunnî yên Iraqê jî daxwaza referandûmê dikin

Ji bo herêmeke xweser lîjne ava dikin Zêdetir
0.469 seconds