Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Cîhan

Ebadî ji bo referandûma Kurdistanê diçe Parîsê

Ji aliyê RÛDAW 30-9-2017
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî

Hewlêr (Rûdaw) – Biryare roja 5ê Cotmehê Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî serdana paytexta Fransa Parîsê bike û li gel serokomarê vî welatî bicive. Tê gotin, ku rojeva civînê jî bi taybetî referandûma Başûrê Kurdistanê ye.


Çavkaniyekê ji ofîsa Serokomariya Fransayê ragihand, Serokwezîrê Iraqê heyder Ebadî vexwendina Emanûel Macron qebûl kiriye û biryare roja 5ê Cotmeha 2017ê serdana Parîsê bike.

 

Li gorî daxuyaniya vê çavkaniyê, mijara sereke ya hevdîtina Macron û Ebadî referandûma Başûrê Kurdistanê ye.

 

Serokomarê Fransayê ji bo çareserkirina aloziya di navbera Hewlêr û Bexdayê de, ji bo navbeynkariyê amadebûna nîşandaye.

 

Ji bo vê armancê jî Emanûel Macron roja înê 29-09-2017, bi telefonê li gel Heyder Ebadî axivî.

 

Koşka Elysees di beyannameyekê de ragihand: “Serokê Fransa Emanûel Macron, Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî agahdar kiriye, ku pêwîst e Bexda xwe ji pêşxistina aloziyan dûr bigire.”

 

Li gorî daxuyaniyê Macron herwiha dibêje: “Divê Bexda îtîrafê bi mafên gelê Kurd bike.”

 

 


Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Kurdo | 2018-02-24 1:37:07 PM
Heger,navê Kusret Resul bi mirazê Hêro Îbrahîm Ahmed be,bê goman, navê Kusret Resul naçe nav Rûpelên Dîroka Neteweya Kurd a sipî û serwer.Ma çi hebû ...
Hêro Îbrahîm nameyeke tund ji Kosret Resûl re şand
| Duh vî demî 02:20 | (1)
hussein Cheikhi | 2018-02-24 9:32:35 AM
Roj Ba§ Bira Besam mustafa, îro min nivîsya te ya bi navê " ziman yek ji nasnameyê gelan e" xwend. ji demek dirêj ve, ez dixwazim bîr û bahweriya...
Ziman yek ji nasnameya gelan e
| 22-2-2018 | (1)
Deniz deniz | 2018-02-23 12:20:00 PM
Li gorî min li erdnigariya Efrînê baran ba û bahoz nîne...Erdogan nizane ewê çawa ji Efrînê derkeve..Agahiyek din bidim we. Niha Erdogan ji Rusyayê...
Erdogan: Piştî Efrînê dora Minbicê û rojhilatê Firatê ye!
| 23-2-2018 | (1)
B.ay | 2018-02-22 6:52:59 PM
Deste te xwes kek selahedin.sozial Demokraten Alman, dewe wan pir gotinan dibejin le ji derewan re pir jihatine ji bo bercewendiyen welaten xwe hemi...
Destbiser
| 22-2-2018 | (1)
0.687 seconds