Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Cîhan

Katelonî sibe biryara çarenivîsa xwe didin

Ji aliyê RÛDAW 30-9-2017
Katelonya

Katelonya (Rûdaw) – Biryare 1ê Cotmehê, wate sube Herêma Katelonya ya Îspanyayê ji bo qonaxeke nû gav biavêje. Serkirdetiya siyasî ya Katelonyayê bi biryar in giştpirsiyê di dema xwe de bikin û piştî hingî jî bi yek carî xatirê xwe ji Îspanyayê bixwazin.


Lê hikûmeta navendî ya Îspanyayê bi hêsanî vê biryarê qebûl nake û rê nade katelonî bi şêweyeke demokratîk ji Madrîdê cihê bibin.

 

Bi nêrîna Serokê Herêma Katelonyayê Charles Puigdemont, diyarkirina çarenivîsa xwe mafekî demokratîk e û katelonî vê biryara xwe naguherin.

 

Charles Puigdemont dibêje: “Giştpirsiyek bêyî hevkariya dewletê ye û bi tevê hemû zehmetiyan jî dengderên wê hene. Weke neteweyekî mafê kateloniyan heye ku biryara çarenivîsa xwe bidin. Ev yek nayê guhertin.”

 

Hikûmeta Îspanyayê biryara giştpirsiyê ya Barcelonayê weke biryareke ne yasayî binav dike û bi tundî qebûl nake.

 

Hejmareke zêde yê polîsan li herêmê hatine bicîh kirin û dest datînin ser sindoqên dengdanê, rê nadin propagandaya giştpirsiyê were kirin. Hevdem çend berpirsekî Herêma Katelonyayê jî hatine binçavkirin.

 

Charles Puigdemont van reftarên hikûmeta Madrîdê weke tiştekî pûç pênase dike û tekez jî dike, ti gav nikarin wan ji biryara xwe vegerîne.

 

Serokê Herêma Katelonyayê dibêje: “Ew dibêjin qey Katelonyayê çekên komkujiyê û cebilxaneya atomî veşartiye yan jî bazirganiya madeyên hişbir dike. Lê ya em dikin tenê giştpirsî ye. Îspanya çi dike bila bike nikare giştpirsiyê bdie sekinandin.”

 

Herêma Katelonyayê herêmekî xweser a Îspanyayê ye. Ji 4 bajaran pêk hatiye, ku Barcelona paytexta vê herêmê ye. Rûbarê katelonyayê 32 hezar û 108 kîlometre ducar e. Wate bi qasî nîvê Başûrê Kurdistanê ye. Hejmara şêniya Katelonyayê 7 milyon û 522 hezar kes in.

527 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

dilan | 2018-07-12 11:22:06 AM
dast xosh Ala xan..har bji rudaw
evrehim | 2018-07-12 1:18:35 PM
"Trump ji Rûdawê re axivî" êdî bes e ev serenavên we yên bi vî awayî. Trump di civîna medyayî de axiviye, ne taybet bo rudawê. Di medyakariyê de nabe...
Trump ji Rûdawê re axivî: Waşington li gel aliyên serkevtî diaxive
| 12-7-2018 | (2)
Mûhammed | 2018-07-11 9:46:51 AM
madem wisa ye çima heremê kurdistan tişteki nake wan dagirkeran daristan tar û mar dikin lê heremê kurdistan dengê xwe dernaxe, pêwiste ku seroke...
KARESAT – Milyonek û 31 hezar donim daristanên Kurdistanê şewitîn
| 11-7-2018 | (1)
WARVİN | 2018-07-10 9:44:44 AM
EW NE CHEKDAR IN LE EW TERORIST IN
EFRÎN – Çekdaran îşkence li kalemêrekî 80 salî kirin
| 10-7-2018 | (1)
Semal | 2018-07-04 5:43:10 PM
Bi Erdogran re hevatîl nabe û bi rêbertîya Tirkiyê jî têkliyê hevgirtî nabin. Gerek ve rastî birêz Barzanî bibînê. Bi gotinên wekî PKK sucdarê û ji...
XOCE | 2018-07-09 9:13:26 AM
Kurd êdî sîyasetê bira bikin. Kes li İsrailê hez nake İsrail jî ji kesî hez nake lê bi herkesî ra diyalogê çêdike.Bira kurd jî mîna İsrailê bi...
Barzanî: Di demekî guncaw de serdana Enqerê dikim
| 4-7-2018 | (2)
0.5 seconds