Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Cîhan

Li Helsînkî mijara ewlehiya gişpirsiya Kurdistanê hat nirxandin

Ji aliyê RÛDAW 31-8-2017
Rûdaw

Helsînkî (Rûdaw) – Seroka Parlamentoya Fînlandiyayê Maria Lohea ji bo giştpirsiya serxwebûnê ya 25ê Îlonê li Başûrê Kurdistanê bê pêkanîn, gelê kurd pîroz kir.


Şandêke Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê bi armanca sazkirina çend hevdîtinan çû  Fînlandiyayê û serdana parlamento û wezareta karê derve û wezareta karê navxweyî ya wî welatî jî kir.


Yek ji mijara serekê ya hevdîtinên şanda Kurdistanê pêkanîna ewlekariya giştpirsiya 25ê Îlonê bû.


Rêveberê Polîsê Hewlêrê Ebdulxaliq Talat ku ligel şanda navborî ye, ji Rûdawê re ragihand, di civînan de amaje bi peywendî û hevkariya Herêma Kurdistanê û Fînlandiyayê hatiye kirin û rayedarên wî welatî pirsa amadekariyên ewlehiyê yên ji bo gişpirsiyê kirine.


Ebdulxaliq Talat diyar kir ku Seroka Parlamentoya Fînlandiyayê Maria Lohea di hevdîtinê de ji bo giştpirsiya serxwebûnê ew pîroz kirine.


Parlamentera Partiya Sosyal Demokratan Yona Resenn jî anî ziman hevdîtina bi şanda Kurdistanê re pêk anîne, gelek erênî derbas bûye.


Yona Resenn wiha got: “Me ji şandê, rewş û geşedanên li herêmê û Rojhilata Navîn pirsî. Divê ku em bizanibin bûyerên li wê derê rû didin, dê bandorekê çawa li me bike. Herwiha divê me bizanibin em çawa dikarin ji wan re bibin alîkar.”


Parlamentera fînladî di heman demê de destnîşan kir ku ew ji bo lidarxistina gişpirsiya serxwebûnê kêfxweş in û got: “Em ji gelê Kurdistanê re serkeftinê dixwazin.”


Ji aliyê din ve Wezareta Karên Navxweyî ya Herêma Kurdistanê hem ji bo perwerdeya polîsan û hem jî jib o pêvajoya gişpirsiyê alîkarî xwest.


Yek ji alîkarên Wezîrê Karên Navxwe ya Fînlandiyayê Basty Tominen jî wiha axivî: “Bi min hevdîtin gelek girîng bû çimkî me gelek mijar gotûbêj kirin. Herwiha me çenn mijarên taybet jî nirxandin. Me behsa tiştên ku em bi girîngiyê didin kir.”


Li Herêma Kurdistanê di şerê li dijî DAIŞê de 100 rawêjkarên fînlandî perwerdeyê didin Hêzên Pêşmerge.


Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

lolozano | 2018-04-14 2:23:38 PM
Ronakbîrê Hêja Ako!Destêwerdana PKKê di Kurdistana Suryê de,li detpêkê de,xizmet bo Rijîmê bû qezenc ji bo tedbîq kirina Felsefa Apo bû.Hîngê di dema...
Şer li gel hemûyan
| 11-4-2018 | (1)
rastgo | 2018-04-13 4:24:16 PM
Kak Romano, bi ya min cenabê te ev gotar bi shêwekî bêlayen û herwiha objektiv nivîsiye. Lê divê ez bêjim, wekî Amerika hertim azadiyê di parêze,...
Gelo xiyanet li Kurdan hat kirin?
| 12-4-2018 | (1)
Amed MOL | 2018-04-13 2:02:55 AM
Bibihurin.Lê, Hejmarê gelhe (Population-Nüfus) a Kurda 80 milyone! 20 milyon nine! Binêrin: Röportaja Kak Mêhdî Zana li Rudaw-meha Adarê.
Tirkiye zimanê kurdî ji bîlbord û tabloyên ser cadeyên Amedê jê dibe
| 13-4-2018 | (1)
Sileman Elali | 2018-04-12 5:06:16 PM
Di nerîna min de ev siyaseta go niha li suryayê tê xwyakirn yek ji lîstokên rusya û ayran nene û gereke hesabê vê yekê bidin ji bergo hikumeta suryê...
Rûsya: Peywendiyên me ligel Amerîkayê çalak in
| 12-4-2018 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

2 zarokên Efrînî ji ber bê dermaniyê canê xwe ji dest dan 13-4-2018 |

2 zarokên Efrînî ji ber bê dermaniyê canê xwe ji dest dan

Berpirseke Heyva Sor ya Kurd da xuyakirin, ku ji Zêdetir
0.563 seconds